Şaredariya Peyasê giranî da xebatên kampanyayê

Şaredariya Peyasê giranî da xebatên kampanyayê

Şaredariya Peyasê di çarçoveya xebatên xwe yên bi armanca piştevaniya bi Şengal û Rojava re du hefte ne 16 TIR kelûpelên alîkariyê şand. Şaredariyê di nav 4 mehan de 90 wesayîtên tijî alîkarî şand herêmê.

Kampanyaya alîkariyan a Şaredariya Peyasê ya Amedê ya bi armanca piştgiriya ji Rojava û Şengalê re didome. Piştî hewa sar bû û hejmara kesên koç kirine zêde bû, şaredariyê jî giranî da xebatên xwe.

Di vê çarçoveyê de du hefteyên dawî ne, 16 TIR alîkarî hat şandin. Di alîkariyên hatin şandin de bi giranî xurek, mamaya zarokan, nebatên tenduristiyê, livîn û cil û bergên zivistanê hene. Şaredariyê di nav 4 mehan de 90 wesayîtên tijî alîkarî şandin herêmê.

ESNAF JÎ PIŞTGIRÎYÊ DIDIN

Desteya Rêveberiya 3. Sîteya Sanayiyê ya Amedê bi kampanyaya ku da destpêkirin, TIR’ek xurek kom kir. Serokê Desteya Rêveber a 3. Sîteya Sanayiyê ya Amedê Ekrem Kalkan got ku wê piştgiriya xwe bidomînin.