Şaredariya Nisêbînê hilberîna şitlan didomîne

Şaredariya Nisêbînê hilberîna şitlan didomîne

Şaredariya Nisêbînê , li qadeke 5 hezar m2 hilberîna şitlan û kulîlkan didomîne.

Şaredariya Nisêbînê li ser rêya Bendavê li qadeke 5 hezar m2, li gor şert û mercên avhewaya Nisêbîne ji sala 2010’an ve ku di serî de şitlên akasya, çinar, çam, okalîptus, palmiye, nêzî 60 daran hildiberîne, xebatên xwe didomîne. Bi destpêkirina demsala hilberînê re xebatkaran dest bi hilberîna tovan kirin.

Di çarçoveya van xebatan de tê armanckirin  ku 20 hezar şitlên daran bên hilberandin. Hat ragihandin ku di çarçoveya şaredartiya ekolojîk de xebat ji bo şitlên bêyî dermanên kîmyewî û gubreyan tê meşandin.