Şaredara Nisêbînê Gokkan di rojiya mirinê de ye!
Şaredara Nisêbînê Gokkan di rojiya mirinê de ye!
Şaredara Nisêbînê Gokkan di rojiya mirinê de ye!
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwarê şermê yê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiya rûniştinê pêk anî, çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Xebatkarên Şaredariyê jî bi armanca destekdayîna Gokkan xebatên xwe rawestandin û ber bi sînor ve meşiyan.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a duh li qada mayinkirî ya dîwar lê tê lêkirin dest bi grêva birçîbûnê kir, ev çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
Aktîvîsta DOKH'ê Şaîze Çelîk, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê Zînet Algat û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Ferhat Tarhan duh bi şev çûn serdana Gokkan û dîtin ku Gokkan di çalakiya xwe de biryardar e.
Tarhan der barê serdana xwe de agahî da û diyar kir ku Gokkan ji wan re gotiye, "Tevî ku ez amîra mulkî me bi rojane ti agahî ji min re nayê dayîn. Bersiv ji ti serlêdanên min re nehatiye dayîn. Ez Şaredara vê derê me. Lê belê der barê dîwarê li ser sînor tê lêkirin de agahî ji min re nayê dayîn" û nerazîbûn nîşanî vê daye.
Xebatkarên Şaredariyê jî danê sibê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û ber bi qada sînor ku Gokkan lê çalakiyê lidar dixe, meşiyan. Li dû meşê Serokê Genel-Îş Şaxê Rihayê Sadik Demîr daxuyaniyek da û got, "Bi hêza me ya hilberînê, ji bo destekê bidin çalakiya Şaredara xwe, em xebatên xwe radiwestînin."
Çalakiya Gokkan û xebatkarên Şaredariyê dewam dike. Liv û tevgera polîsan a li ser sînor jî balê dikşîne.