Santrala herî zêde cîhanê qirêj dike tê girtin

Herî dawî biryar hat dayîn ku santrala komirê ya Hazelwoodê ku li Awûstralyayê şîrketa enerjiyê ya Engie ya Fransî şirîkê wê yê mezin e û li cîhanê jî wek santrala herî zêde havîrdorê qirêj dike tê zanîn, wê bê girtin.

Dihat hesapkirin ku santrala komirê ya Hazelwoodê bi tenê serê xwe li eyaleta Vîctoria ya ku serjêmiriya wê 6 mîlyon e, ji gazên serayê ji sedî 15’an dide der. Her wiha berpirsê ji sedî 3 gazên ku li Awûstralyayê jî dîsa ev santral bû û yek ji santralên herî zêde havîrdor qirêj dikir bû.

Li Hazelwoodê ku wê sala pêşiya me meha Adarê bi temamî bê girtin, ji 750 karkerên wê tê plankirin ku 250 kes heta sala 2023’an ji bo rehabîlîtasyona santralê kar bike.  Kana madenê ya ku komir jê tê derxistin 100 metreyî kûr e û tê plankirin ku di salên pêş de wek golek   çêkirî bê avakirin.