Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Rûsya li ser daxwaza hikûmeta meşrû li Sûriyeyê li vî welatî ye, xwedî du baregehan e û dema hebûna sîstema parastina hewayî ya berjewendiyên xwe pê biparêze bê nirxandin, wê eşkere bibe ku ev yek gelekî xetere ye."
Lavrov ji qenaleke televîzyonê ya Rûs re axivî û anî ziman ku ew îqna bûne wê Serokê DYA Barack Obama destûrê nede senaryoyeke bombekirina baregehên hêzên hikûmeta Sûriyeyê.
Lavrov anî ziman, ku ew bi dijminatiyeke ji aliyê Washîngtonê ve tê kirin û roj bi roj zêde dibe, hesiyan e û qala tedbîrên agresîf tê kirin.
Artêşa Sûriyeyê û tifaqa Rûsyayê roja 19'ê Îlonê li eniya rojhilat a Helebê dest bi operasyoneke berfireh kirin. Ev operasyon piştî qedandina peymana agirbestê ya navbera Washîngton û Moskovayê ket meriyetê. Alî li gorî agirbestê tevnegeriyan û agirbestê hefteyekê dewam nekir. Li herêma Helebê ya dor lê hatiye girtin, tê texmînkirin ku zêdeyî 250 hezar kes dijîn. Rewşa aloz a navbera Rojavayiyan û Rûsyayê, piştî qedandina agirbestê sor bû. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin, ku bi zanebûn bombe li nexweşxaneyên li Helebê hatine barandin û xwest, lêpirsîna li ser sûcê şer bê vekirin.