Rûsyayê du fuze ji parzemînekê avêt parzemîneke din

Rûsya, ku ji ber meseleya Sûriyeyê bi DYA û welatên Ewropayê re di nava têkiliyên aloz de ye, da xuyakirin ku fuzeyên balîstîk ên ji parzemînekê digihêje ya din, ceribandiye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin, du fuze ji keştiyên binê avê yên li Pasîfîkê hatine avêtin. Wezaretê diyar kir, fuzeya ji keştiya binê avê ya bi navê K-433 a li Derya Ohotskê hat avêtin, li herêma Arktîkê ketiye.

Li gorî daxuyaniya di ajansa Rîa Novostî de cih girt, fuzeyeke din a navbera parzemînan jî ji keştiya binê avê K-407 a li Derya Berîngê hatiye avêtin.

Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû li ser tetbîqata leşkerî ya bi navê Kafkasya-2016 a meha Îlonê hat kirin daxuyaniyek da û îdîa kir, ku daxuyaniyên hin welatan ên dibêjin tetbîqata leşkerî ya welatê wan û ceribandina fuzeyan 'gefa leşkerî' ne, daxuyaniyên 'dûrî ji rastiyê' ne. Şoygû li dijî îdîayên 'şerekî nû yê sar diqewime' derket.