Rûsya Tirkiye têkildarî ‘Cerablûsê hişyar kir’

Berdevka Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Marîya Zaharova, daxwaza ji Tirkiyeyê kir ku li Kurdan û komên mûxalîf nedin.

Berdevka Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Marîya Zaharova ya ku daxuyaniya çapemeniyê ya heftane li dar xist, têkildarî operasyona dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve pirs bersivand.

Zaharova têkildarî êrîşên Tirkiyeyê wiha anî ziman: “Em bang li hemû hêzan dikin ku li dijî terorê têkoşînê bimeşînin.” Berdevk Zaharova diyar kir ku me daxwaz ji Enqereyê kir ku di êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê de bi hikûmeta meşrû ya welat re bi awayekî kordînelî û êrîşî komên muxalîf û Kurdan nekin. Zaharova da zanîn ku wan êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê şopandine,bang li Enqereyê kir ku bi hikûmeta Sûriyeyê re bi awayekî kordînelî kar bikin.

Zaharova destnîşan kir ku ji bo ku ji ber şerê di navbera aliyê Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şopandine, amadekariyên operasyona bi armanca paqijkirina Reqayê ji DAIŞ’ê paşve xistine.