Rûsya: Li ser agirbesta li Sûriyeyê kêm ma ye em bi DYA re li hev bikin

Rûsyayê da xuyakirin ku di mijara agirbesta li Sûriyeyê de kêm ma ye ew û DYA li hev bikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergeî Ryabkov li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Pêwîstiya dîplomasiyê, ji bo pêkhatina vê biryarê pêwîstiyê bi demê re dibîne. Ez nikarim ji we re bêjim peymanê kengî pêk were û were eşkerekirin. Lê ez ti sedemên li pêşiya hevdîtinan bibin asteng, nabînim."

Alîkarê Wezîrê Rûs diyar kir, ku pêkanîna agirbesta li Sûriyeyê yek ji mijarên herî girîng e û got, "Heta ku hevirê dawî were bicihkirin, nikarim bêjim ku wê encam serketî be."

Li aliyê din, nûnerê DYA yê Sûriyeyê Mîchael Ratney jî nameyek ji 'mûxalîfan' re şand û diyar kir, bi peymanê re wê hêzên ser bi Beşdar Esad xwe ji xeta îkmalê ya li bakurê Helebê vekişînin û herêm bêçek bibe. Ratney her wiha da xuyakirin, ku bi peymanê re wê balafirên şer ên dewleta Sûriyeyê herêmên 'mûxalîf' lê ne, bombe nekin.