Rûsya: 10 endamên DAIŞ’ê ku xwe ji êrîşê re amade dikirin hatin girtin

10 endamên DAIŞ’ê yên Tacîk û Qirgiz ku xwe kar dikirin li Moskow û Saînt-Petersbûrgê çalakiyê bikin ji hêla hêzên ewlekeriya Rûs ve hatin girtin.

Li gorî ajansa Rîa-Novastî ku agahiya xwe dispêrê daxuyaniya Serwîsa Federal a Rûsya (FSB) êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatiye astengkirin.

Di nûçeyê de tê gotin 10 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Asya Navîn hatine li Moskow û Saînt-Petersbûrgê hatine girtin, tê gotin ev kes îro hatine girtin.

Di nûçeyê de tê gotin van kesan xwe amade dikirin ku bi çekên giran û teqemeniyên xurt êrîşan pêk bînin.

Di nûçeyê de agahî tê dayin ku ev operasyon bi hêzên ewlekariyê yên Tacîk û Qirgiz re bi hevkarî hatiye kirin û bi van kesan re 4 bombeyên destan, çekê û gelek gule hatine zevtkirin.

Di nûçeyê de her wiha agahî tê dayin ku ev kes li xwe mikurt hatine ku bi çeteyên DAIŞ’ê re têkildar in.

Li gorî saziyên fermî yê li Sûrî û Irqê 1000 Tacîk  500  Qirgiz bi çeteyan re ne.