RSC ên Elman dê di 16ê Mijdarê de bêjin 'Bila Qedexeya PKK'ê rabe'

RSC ên Elman dê di 16ê Mijdarê de bêjin 'Bila Qedexeya PKK'ê rabe'

Kurdên li Elmanyayê dijîn û dostên wan, ji bo rakirina qedexeya PKK'ê di 16'ê Mijdarê de li paytext Berlînê tên cem hev. Der barê çalakiya ku ji aliyê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" ve tê organîzekirin de endamê komîteya amadekar Dr. Elmar Mîllîch agahî da ANF'ê û got, "Divê Elmanya bi lezgînî polîtîkaya xwe ya Kurd biguherîne."

Qedexeya PKK'ê ku ji 26'ê Mijdara 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, îsal 20 saliya xwe dadigire. Bi bulteneke taybet a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê hingî Manfred Kanther re hemû xebatên PKK'ê yên li vî welatî hatin qerdexekirin û deriyê bi dehan saziyên hatin girtin. Bi qedexeyê re li dijî siyasetmedar û aktîvîstên Kurd polîtîka krîmînalîzekirinê derket pêş û bi hezaran Kurd mexdûr bûn.

Di salvegera 20. a qedexeyê de roja 16'ê Mijdarê wê li paytext Berlînê xwepêşandaneke navendî pêk were. Meş ji aliyê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" ve tê organîzekirin, ku ev însiyatîf ji bo balê bikşîne ser şerê li Kurdistanê û rola Elmanyayê ya di vî şerî de ji aliyê komeke aktîvîstên Elman ve hatiye damezrandin. Meş wê saet di 11:00 de li meydana Alexanderplatzê destpê bike û li meydana Brandenbûrg Tor a li nêzî Meclîsa Federal veguhere mîtîngê.

‘LI GEL PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JÎ ELMANYA DI REWŞA BERÊ DE ISRAR DIKE’

Ji bo destnîşan bikin ku qedexe ne tenê ji bo Kurdan di heman demê ji bo demokrasiya Elmanyayê rê li ber zeraran vedike gelek rêxistinên civakî yên sivîl (RCS) piştgiriyê didin xwepêşandana 16'ê Mijdarê. Berdevkê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" Dr. Elmar Mîllîch der barê amadekariyên xwepêşandanê de agahî da ANF'ê û diyar kir ku hemû amadekariyên wan li ber qedandinê ne.

Dr. Mîllîch bal kişand ser pêvajoya aştî û çareseriyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Kurdistan û Tirkiyê destpê kiriye û got, "Elmanyayê di 8 mehên vê pêvajoyê de performanseke neyînî nîşan da û nekarî bersivê bide bendewariyên mîlyonek Kurdên li vî welatî û raya giştî ya demokratîk. Elmanya di vê pêvajoyê de di sinifê de ma, lewma divê bi lezgînî polîtîkaya xwe ya Kurd biguherîne."

Dr. Mîllîch ragihand ku divê êdî Elmanya di polîtîkayên xwe yên berê de israr neke û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yekitiya Ewropa û Elmanyayê di şerê li Kurdistanê de piştgirî dan dewleta Tirk û bi vî rengî bûn aliyekî vî şerî. Ev şaştiyên dîrokî dikarin bi destekdayîna pêvajoya çareseriyê, ji holê bên rakirin. Gava yekemîn û ya girîng a vê yekê jî rakirina qedexeyên li hemberî PKK'ê tevgera azadiyê ya Kurd e. Dema Ocalan pêvajo da destpêkirin Wezîrê Karên Derve Westerwelle got, 'em piştgiriyê didin' lê belê dewama wê nehat û Elmanyayê xwe vekişand koşeya xwe."

‘ZEXTÊN LI DIJÎ KURDAN DEWAM DIKIN’

Dr. Mîllîch bibîr xist ku di demeke pêvajoya muzakereyan a bi Ocalan û PKK'ê re di rojevê de ye de, li Elmanyayê zextên li siyasetmedar û aktîvîstên Kurd dewam dikin û got, "Di meş û mîtîngan de hînê polîs nikarin xwe li sembolên siyasî yên Kurdan rabigirin. Carna polîsên Elman ji polîsên Tirk ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bêtir li hemberî alên KCK, PKK û wêneyên Ocalan bêhntengiyê dikin, xwe lê ranagirin. Beşeke mezin a ji Kurdan ji azadiya ramanê û demokrasiya vî welatî bawer kirin û hatin vê derê. Lê belê tiştên jê bawer bûn nedîtin."

Berdevkê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" Dr. Elman Mîllîch ragihand ku di serî de raya giştî ya sosyalîst û demokratîk a Elman ew ji gelek derdoran piştgiriyê werdigirin û ji bo Elmanya şaşitiya xwe ya dîrokî ya li hemberî Kurdan sererast bike bang li kesî kir ku di 16'ê Mijdarê de beşdarî xwepêşandana "Bila qedexeya PKK'ê bê rakirin" bibin.

Hin ji sazî û rêxistinên mafên mirovan ên piştgiriyê didin xwepêşandanê ev in: Komîteya Demokrasî û Edaletê, Diyalog Kreis, Tevna Xebatê ya Aştiyê, IPPNW, DFG-VK, Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî, Yekitiya Huqûqnasan a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropa (EJDM), Yekitiya Huqûqnasan a Demokartîk a Elman, Konseya Aştiyê ya Federal, MAF-DAD, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Prof. Dr. Ulrîch Gottsteîn, Dr. Gîsela Penteker, Prof. Armîn Rîeser, Prof. Andreas Bûro, Prof. Norman Paech, Clemens Ronnefeld, Dogan Akhanli.