Rojiya mirinê ya Gokkan di roja 8. de ye
Rojiya mirinê ya Gokkan di roja 8. de ye
Rojiya mirinê ya Gokkan di roja 8. de ye
Rojiya Mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî "Dîwarê Şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin, di roja 8'an de ye. Polîsên ku dor li Gokkan girtine, astengiyan derdixînin.
Rojiya Mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî "Dîwarê Şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin di roja 8'an de berdewam dike. Li aliyekî her ku diçe piştgiriya ji bo Gokkan û nerazîbûnên li dijî sînor mezin dibin, li aliyê din zextên polîsan jî zêde dibin. Polîsên Gokkan dorpêç kirine, gelek caran astengiyan derdixin û destûr nadin ku girse nêzî Gokkan bibe. Gokkan, her diçe tenduristiya wê xera dibe. Welatiyên ku avê dibin ji Gokkan re jî gelek caran rastî astengiyên polîsan tên. Polîsên ku piştî astengiyan derdixin ji bo avê jî girtekan digirin û ji welatiyan girteka 'Te çend caran av bir" û agahiyên nasnameya kesên avê dibin digire. Hat dîtin ku ji bo Gokkan û pêdiviyên wê yên lezgîn tuwaleta seyar jî nehatiye amadekirin.
Girseya ku ji bo piştgiriyê bidin Gokkan jî rawestîna wan a li ber sînor didome.