Rojeva GABB Rojava û Şengal bû
Rojeva GABB Rojava û Şengal bû
Rojeva GABB Rojava û Şengal bû
Di civîna Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojava (GABB)ya li Amedê hate lidarxistin de rojeva sereke rewşa 120 hezar walatiyên Şengal û Rojava yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn bû. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan diyar kir ku pêdiviyên evqas mirovan tenê pêkan e ji aliyê şaredariyan ve bê bicihanîn û xwest dewlet jî destên xwe bike bin kevir.
Civîna Meclîsa Asayî ya 2014’an a Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojava (GABB)bi beşdariya Hevserokên GABB’ê Gultan Kişanak û Tuncer Bakirhan û 121 şeredaran û endamên meclîsên şaredariyan ve li Amedê pêk hat. Di civînê de rewşa 120 hezar welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Rojava û Şengalê koçber bûne, bû rojeva sereke. Civîna kul i Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan hate lidarxistin bi rezgirtinê destpê kir. Piştî madeyên ku bên nîqaşkirin hatin qebûlkirin axaftina vekirinê hate kirin.
Hevşaredarê Sêrtê û Hevserokê GABB’ê Tuncer Bakirhan axaftina vekirinê kir û bal kişand li ser xebatên şaredariyan ên ji bo welatiyên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji Rojava û Şengalê hatine bakurê Kurdistanê û ji bo alîkariyên hatine dayîn spasiyên xwe pêşkêş kir. Bakirhan got ku ew bi koçberiya 120 hezar kesan re rû bi rû mane û bêhtir jî ev qes li cihên ku şaredariyan ava kirine haten bicihkirin. Bakirhan da zanîn ku heta îro bi beşdariya şaredariyan û bi derfetên kêm xebat hatine astekî û wiha berdewam kir: “Welatiyên ku hatine vir pêdiviyên wan ên cih, tenduristî, perwerde, xwarin û hwd hatine bicihanin. Lê bicihanîna pêdiviyên 120 hezar mirovan bi awayekî rêk û pêk tenê ji aliyê şaredariyan ve nikare bê bicihanîn ev ne pêkan e. Ji ber ku zivistan hat li konan pêdiviyên cuda jî derdikevin holê. Tenê ji ber ku şaredarî bi vê re eleqeder dibe û ev jî dibe sedea pirsgirêkên nû.”
Bakirhan destnîşan kir ku heta niha hikûmetê û burokratên herêmî gotine wê çi ji destên wan bê bikin lê tenê ji 120 kesan 8 hezar kes li konên ji aliyê AFAD’ê ve hatine vekirin, bicih kirine. Bakirhan got ku burokrasiya kul i gelek cihan tedbîrên cidî digire ji bo mirovên ji Kobanê û Şengalê hatine xemsar nêzîk dibe û ev jî mijara nîqaşê ye û wiha berdewam kir: “Heta niha ji aliyê yekîtiya me ve 18 navenda jiyanê, 3 hezar û 500 kon hatine vekirin. Ev derfetê me dide zorê. Ji bo vê divê tedbîrên cidî bên wergirtin. Bi nîqaşên me yên îro li vir dikin bawer im em ê bikin çareserî. Ji ber vê yekê divî li vir biryar bê girtin. Dİ awayeke lezgîn konteynir, madeyên paqijiyê, tenduristiyê pêdviyên jin û zarokan pêwîst e. Drama 100 hezar kesan rakirin deynê stûyê me ye. Ev mirov ji can û xwîna me ne. Li hemberî vê xemsar nêzîkbûn nemirovî û newijdanî ye.”
‘XEBATA HERÎ GİRÎNG BERNAMEYA PERWERDÊ YE’
Hevseroka din a GABB’ê Gultan Kişank jî di axaftina xwe de got ku 2014’an de zêdekirina hejmara endaman, bikaranîna çavkaniyê yekîtiyê bi awayekî baş û alîkarî dayîna projeyên şaredariyên endam û perwerdehiyan saleke serketî bûye. Kişanak xebatên yekîtiyê yên girîng rêz kir û wiha got: “Xebata herî girîng a yekîtiyê barhameyên perwerdehiyê bû. Dîsa di çarçoveya xebatên weşanê de 8 weşan hatin çapkirin û belavkirin. Ji bo endamên me yê şaredariyan le xizmeta endezyariyê û mîmariyê da. Di vê çarçoveyê de ji bo 39 şaredariyan piştgiriya teknîkî hate dayîn.”
‘ŞAREDARIYÊN ME JI BO ROJAVA Û ŞENGALÊ SEFERBER BÛN’
Kişanak destnîşan kir ku polîtîkayên cudakariyê, pirsgirêkên giran ên siyasî, pevçûn û koçberiya bi zorê pirsgirêkên herî girîng ên herêmê ne û Tirkiye di nava welatên OECD’ê de welatê herîz êde di navbera herêman de cudatî heye ye. Kişanak da zanîn kul i bajarên ku GABB rêxistinkiriye di warê pêşketina aborî û civakî de bajarên di rêzên dawî de cih digirin in.
Kişanak anî ziman ku bûyerên li Kobanê û Şengalê qewimîn nîşan daye tu çiqas pêwîstî bi yekîtiyên herêmî yên wekî GABB’ê heye û wiha berdewam kir: “Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Rojava û qatîama li dijî Êzidiyan a li Şengalê bandoreke mezin li gelê me û hemû şaredariyên me kiriye. Şaredariyên me yên herêmê ji bo pêdiviyên gelên me yên ji Şengal û Rojava hatine bi cih bîne sefer bûn. Yekîtiya me di nava koordînasyona kampanyayên alîkariya mirovî de jî cih girt.”
Kişanak got ku rewşe ku bajar û herêm di nav de ye ji bo nifşên pêşerojê herêmeke bê jiyîn bihêlin berpirsyariyeke mezin dixe li ser milê wan û wiha axivî: “Di bin banê yekîtiyê de hatina cem hev û ji bo vê sînerjî derxistina holê divê em bixebitin. Em bi hev re bajarên xwe divê biguherînin, ji bo zarokên xwe pêşerojeke birûmet bihêlin jiyana nû biafirînin.”
Piştî axaftina Kişanak têkîldarî xebatên yekîtiyê sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate pêşandan. Piştre rojevên din hatin nîqaşkirin.