Rojavayiyan piştgirî da çalakiya Ayşe Gokkan
Rojavayiyan piştgirî da çalakiya Ayşe Gokkan
Rojavayiyan piştgirî da çalakiya Ayşe Gokkan
Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekîtiya Star bi armanca piştgiriya Şaredara navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê Ayşe Gokkan ku li dijî “dîwarê şermê” çalakiya rojiya mirinê daye destpêkîrin, çûn ser sînor.
Piştî ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li dijî dîwarê şermê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê avakirin, li ser xeta sînor çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin, Rojavayî jî ji bo piştgiriyê çûn ser sînor. Di demjimêrên êvarê de nûnerên TEV-DEM, Yekîtiya Star û Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo çûn ser sînorê Nisêbînê.
Li vir Remziye Mehemed axivî û diyar kir ku, hikûmeta Tirk dixwaze gelê Kurd jihev qut bike, lê divê bê zanîn ku, sînor êdî nikarin kurdan ji hev qut bikin. Remziye Mehemed got, ev dîwarên şermê jî dê wekî dîwarê Berlînê bêne hilweşandin.
Remziye Mehemed bang li Gokkan jî kir û got: “Em çalakiya we pîroz dikin”. Li ser vê yekê Ayşe Gokkan jî got; “Ez heta mirinê li gel we me.”
Endamên heyetê jî piştgirî dan Ayşe Gokkan û piştî nîv demjimêr li ser sînor man vegeriyan.