Rêxistina BDP’a Êlihê banga meşa 7’ê mijdarê kir
Rêxistina BDP’a Êlihê banga meşa 7’ê mijdarê kir
Rêxistina BDP’a Êlihê banga meşa 7’ê mijdarê kir
Rêxistina BDP’a Êlihê, ji bo meşa 7’ê mijdarê ku li Nisêbînê pêk bê banga tevlîbûnê kir û binçavkirina Endamê Komîsyona Perwerdehiya Aqademiya Siyaseta Navenda Giştî ya BDP’ê Kînyas Şîmşek şermezar kir.
Rêxistina BDP’a Êlihê, ji bo meşa 7’ê mijdarê ku li Nisêbînê pêkwere banga tevlîbûnê kir û binçavkirina Endamê Komîsyona Perwerdehiya Aqademiya Siyaseta Navenda Giştî ya BDP’ê Kînyas Şîmşek û dervekirinên ji aliyê dewleta Îranê ve pêk hatin, şermezar kir. Daxuyanî li Hewşa Çayê ya Şaredariya Êlihê pêk hat. Di daxuyaniyê de Parlementera BDP’a Êlihê Ayla Akat Ata, endamên Meclisa BDP Melîha Varişli, Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, Serdar Atalay, rêveberên BDP, tevkarên DOKH’ê, endamên Meclîsa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi sedan kes amade bûn.
Ewil Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay axivî. Atalay, diyar kir ku kombûna wan li vir ew e ku li şoreşa Rojava xwedî derbikevin û bang kir ku her kes tevlî meşa 7’ê mijdarê bibin dîwarê di navbera du gelên biran de tê avakirin şermezar bikin.
Piştî Atalay, Serokê Navçeya Navendî ya BDP’a Êlihê Murat Gazîoglu jî daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku li gel pirsgirêka çareserkirina kurd tê armançkirin, hikûmeta AKP bi nêzîkatiyên xwe hemû beşên civakê ji xeyalên wan dûrxist. Gazîgolu, bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Li gel hemû daxwazên aşîtî û çareseriyê dewletê tu gavek ne avêtiye. Gazîoglu, anî ziman ku hikûmeta AKP nikare bi ‘dîwarên şerme’ wan û gelê Rojava ji hev cûda bike û da zanîn ku ew ê destûrê nedin avakirina dîwarên hikûmeta AKP. Gazîoglu, bang li hemû gelê Êlihê û derdorên demokratxwaz kir ku roja 7’ê mijdarê saet li 07.30’an bên ber avahiya BDP’a Êlihê û ji vir bi girseyî biçin Nisêbînê tevlî meşê bibin.
‘TU HÊZ NIKARE XEBATÊ ME ASTENG BIKE’
Gazîoglu, destnîşan kir ku zîhniyeta ku ji hêza wan hilbijartinê ditirsin dûh Endamê Komîsyona Perwerdehiya Aqademiya Siyaseta Navenda Giştî ya BDP’ê Kînyas Şîmşek kirine binçavan û got ku tu hêz nikare rêxistina wan bi hêz çavtirsandî bike û xebatê wan asteng bike. Gazîoglu, got ku ew dervekirina siyasetmedarê kurd ên ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bi dervekirin şermezar dikin û ew feraseta dervekirinê li dij mafê mirovan e.
Piştî daxuyaniyê girsê sloganên “Bijî Serok Apo” û “Êrîş nikarin me bêzar bikin” çalakî bi dawî kir.