Rejîma Îranê û êrîşa li Êlihê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Rejîma Îranê û êrîşa li Êlihê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Rejîma Îranê û êrîşa li Êlihê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Ji ber darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd, rejîma Îranê û êrîşa li Êlihê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hatin şermerzarkirin.
Darvekirina Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî di 26'ê Cotmehê û Şêrko Maarfî di 4'ê Mijdarê de ji aliyê rejîma Îranê ve, li Bêdlisê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Mehmet Can Demîr li Meydana Ûlû Camî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku rejîma Îranê bi darvekirinên di dema dawî re dixwaze dawî li agirbestê bîne û destnîşan kir ku dawiya van hewldanan dê ji bo Rojhilata Navîn bibe gola xwîne. Demîr rejîma Îranê şermezar kir û bang li her kesî kir ku li dijî zilma li Kurdan tê kirin dengê xwe bilind bike.
Demîr "dîwarê şermê" yê rejîma Tirk dixwaze li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê lê bike protesto kir û anî ziman ku ev dîwar ji bo Kurdan peyameke vekirî ye. Demîr piştgirî da Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ku bi rojiya mirinê li ber xwe dide û bal kişand ser êrîşa "Hîzbûllah-Huda Par" 2'ê Mijdarê ya li Êlihê. Demîr got, "Ne hedê kesî ye ku hestên dînî yên gelê Kurd îstîsmar bike. Em careke din êrîşa li Êlihê bi tundî şermezar dikin."
Darvekirinên li Îranê û êrîşa li Êlihê li Wanê bi çalakiyek bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya navçeya Bêgirî aht şermezarkirin. Girseya gel a li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hat cem hev heta ber avahiya Huda Par a li Kolana Cûmhûriyetê meşiya.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêgirî Vahap Arslan li vir daxuyanî da û rejîma Îranê û êrîşên Huda Par û komên ser bi wê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir.
Arslan ragihand ku li pişt êrîşa li Êlihê AKP heye û got, "Em vê êrîşa li hemberî hevalê me Ozcan şermezar dikin. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku ev komên oldarên ji AKP'ê piştgiriyê digirin."
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Agirî Patnosê jî bi beşdariya bi sedan kesî meşek organîze kir. Di çalakiyê de Rêveberê BDP'ê yê Navçeyê Mûsa Ûygar daxuyaniyek da û got, "Îrana ku bi Rûhanî re sinyalên demokratîkbûyînê da, careke din li polîtîkayên xwe yên qirêj vegeriya. Rejîma Îranê bi darvekirina girtiyên Kurd re nîşan dide ku ew li Rojhilata Navîn dijberê çareseriyê ye."