Rejîma Îranê di nava hefteyekê de 37 kurd darve kirin

Rejîma Îranê di nava hefteyekê de 37 kurd darve kirin

Li Îranê di 6 rojên dawî de 37 welatiyê kurd hatin darvekirin.

Li gorî îstatîstîkên hatin tomarkirin ên ajansa Kurdpa, di nava 6 rojên dawî de 37 welatiyên kurd ên ji Îranê ku li girtîgehên Îranê tên girtin, hatin darvekirin. Ji tevahiya wan 37 kesên ku di 6 rojan de hatin darvekirin jê 11 ji wan kesan welatiyên Kurd bûn. Ji 11 kesan 2 kesên bi navê Hebîbullah Gulperî Pûr û Riza Ismaîlî yên siyasiyên Kurd ên li girtîgehên Ormî û Selmasê bûn.

Li gori îstatîstîkan ji 12'ê Gelawêjê heya îro, 224 hevwelatiyên Îranî bi sêdarê dane.