Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî din jî birî

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî din jî birî

Rejîma Îranê bi hînceta xirakirina aramiya welat cezayê darvekirinê li siyasetmedarê Kurd yê bi navê Arman Perûyzî  birî.

Hat ragihandin ku Rejîma Îranê cezayê bi darvekirinê li siyasetmedarê Kurd Arman Perûyzî yê xelkê bajarê Mihabatê û xwendevanê beşê mîmariyê li Zankoya Reşte biriye. Perûyzî  Sala derbas bûyî li gel çend kesên din ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin. Rejîma Îranê di 15’ê Hezîrana îsal de cezayê bi darvekirinê lê biriye. Li gorî Kampanya ya Paristina Girtiyên Siyasî û Civakî cezayê bi darvekinê lê hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Îranê di nava hefteyekê de, herî kêm 40 kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn bi darve kir. Ji van 14 Kurd in ku 2 jê siyasî ne. Di rewşa heyî de 6 jê siyasî 8 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne. Zêdebûna darvekirinan a di dema Serokkomariya Hasan Rûhanî yê "Nerm" dihat binavkirin, hêviyên ji bo guherînên li qada mafên mirovan kêm kirin.