Qeledizî li dijî darvekirinên li Îranê meşiyan
Qeledizî li dijî darvekirinên li Îranê meşiyan
Qeledizî li dijî darvekirinên li Îranê meşiyan
Darvekirina siyasetmedarên Kurd Gulperîpûr û Îsmaîl ji aliyê rejîma Îranê ve, li Qeledizê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de, ji ber astengkirina hatina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, PDK hat protestokirin.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Qeledizê, bi armanca şermezarkirina darvekirina siyasetmedarên kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl bi pêşengiya PÇDK û Tevgera Goran îro meşek hat lidarxistin.
Girseya gel di meşê de wêneyên Gulperîpûr û Îsmaîl hildan û pankarta bi nivîsa "Ez Kurd im Kurdistanim" hat vekirin. Piştî meşa li nava bazarê de, li baxê giştî daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn.
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê Bişter Hemed Emîn daxuyanî da û bal kişand ser darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve û helwesta PDK'ê ya di dema dawî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye.
Emîn da xuyakirin ku Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinan dixwaze gelê Kurd bitirsîne û got, "Gelê Kurd ne bi sêdarê ne jî bi kuştinê nayê tirsîn. Kurd wê ti carî serê xwe netewîne û her tim li soza xwe xwedî derkeve. Mînaka vê jî şehîd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî ne. Herdu şehîdan serê xwe li ber dijmin netewandin û xwedî li vîna xwe derkevin."
Emîn diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî gelê Kurd bi girtina deriyên sînor û ambargoyê planek dijber tê temaşndin û bal kişand ser helwesta Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ya di vê mijarê de.
Emîn diyar kir ku girtina deriyê sînor li Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi ti awayî xizmetî ji gelê Kurd nake û ev helwesta PDK'ê bi tundî şermezar kir.
Çalakî bi xwendina helbesta ji aliyê ciwanekî Kurd ve bi dawî bû.