PYD: Sêdarên mirinê nikarin dara azadiyê hilweşînin

PYD: Sêdarên mirinê nikarin dara azadiyê hilweşînin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê, darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û da zanîn ku "guleyên bêbextiyê û sêdarên mirinê nikarin dara azadiyê hileweşînin."

Komîta Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku ew ê piştgiriya têkoşîna azadiyê ya hêzên şoreşger yê Rojhilatê Kurdistanê bikin. PYD'ê darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û da zanîn ku "guleyên bêbextiyê û sêdarên mirinê nikarin dara azadiyê hilewşînin."

Di daxuyaniya PYD'ê de ev tişti hatin gotin:" Dara azadiyê bi xwîna pakrewanan hatiye avdan û tovên wê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûne, guleyên bêbextiyê û sêdarên mirinê nikarin dara azadiyê hilewşînin."

PYD'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku di vê pêvajoya ku şoreşên gelan lidar ketine û rejîmên diktator li pey hev hildiweşin, rejîma Islamî ya Îranê jibo çewisandina vîna gelan kiryarên darvekirina siyasetmedar û azadîxwazan dewam dike.

Daxuyaniya PYD'ê wiha dewam dike: " Rejîma Îranê li dijî gelê Kurd siyasetên xwe yên tirsandin û çewisandinê dewam dike. Ev siyaset êdî nikarin pêşiya şoreş û berxwedana gel bigirin."

PYD'ê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku kiryarên rejîma Îranê li dijî rastiyên dîrok û civakê ne û pêwîste ev rejîm sistema xwe biguhere û sistemeke demokratîk ku hemû gelê Îranê bi azadî bijîn, ava bike.  

PYD'ê di dawiya daxuyaniyê de darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û da zanîn ku ewê piştgiriya têkoşîna azadiyê ya hêzên şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê bikin.