Polîsên Tirk li Cizîrê êrîşî meşê kir
Polîsên Tirk li Cizîrê êrîşî meşê kir
Polîsên Tirk li Cizîrê êrîşî meşê kir
Polîsên Tirk li Cizîrê êrîşî meşa, “Ji Ocalan re azadî” kirin. Ciwanan jî li hemberî vê êrîşê bi keviran bersiv dan.
Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya “Ji Ocalan re azadî” wê pêk bihata rastî êrîşa polîsan hat. Bi hezaran kesên ku ji bo meşê li Taxa Cûdî li ber Mala Taziyeyê ya Şaredariyê kom bûn, di destpêkê bi stranan govend gerandin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK, KCK, û YPG’ê, di heman demê de pankartên, “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û “azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e” vekirin, bi çepik, tilîlî û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ocalan”, “Silav silav ji İmraliyê re hezar silav” dest bi meşê kirin.
Girseya ku demekê li taxê tûr avêt piştre berê xwe da avahiya hikûmetê. Girse dema hat cadeya Nisêbînê, polîsan bê ku hişyariyan bikin, bi dehan wesayitên zirxî, TOMA, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin.
CARA DUYEM ÊRÎŞ KIRIN
Li ser mûdaxaleya polîsan girseyê dîsa berê xwe da, Taxa Cûdî, ji vir jî derbasî Cadeya Hezexê bû. Lê dema ku girse hat ber çarrêyê, polîsan bi dehan wesayîtên zirxî û TOMA’yan pêşiya girseyê girtin û carek din, bi ava şid û bombeyên gazê mûdaxaleyî girseyê kirin.
Girseyê jî li hember vê êrîşê bi keviran bersiv dan polîsan. Bi destpêkirina pevçûnan re li Cadeya Hezexê bend hatin danîn. Di dema bûyeran Navenda Çanda Ciwanan a li ser rê ku tê gotin aîdî cemeata Gulen e ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.
Bûyer li navenda navçeyê û cadeyan berdewam dike.