Polîsê li Amedê di mala xwe birîndar hat dîtin, mir
Polîsê li Amedê di mala xwe birîndar hat dîtin, mir
Polîsê li Amedê di mala xwe birîndar hat dîtin, mir
Li Amedê polîsê bi navê A. K. li mala xwe bi awayekî ku gule li serê wî ketiye hat dîtin. Polîsê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, polîs A.K. ê li Şaxa Foto Fîlm a li Midûriyeta Emniyetê wezîfedar, îro li mala xwe ya li herêma xaniyên TOKî yên li devera Uçkuyular bi awayekî ku bi giranî birîndar bûye hat dîtin. Polîs A.K. bi ambulansa ku hat cihê bûyerê sewqî Nexweşxaneya Perwerdeyê û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl hat kirin, jiyana xwe ji dest da.
Tê gotin ku mimkun e polîs xwe întîhar kiribe.