Polîsan bi nazîkî avêtin ser malên endamên El Qaîdeyê
Polîsan bi nazîkî avêtin ser malên endamên El Qaîdeyê
Polîsan bi nazîkî avêtin ser malên endamên El Qaîdeyê
Di operasyonên hevdemî yên roja Sêşemê li hemberî El Qaîdeyê de, nêzîkatiyên "nazîk" ên polîsan bal kişandin.
Tîmên Tevgera Taybet ên Polîsên Tirk, ku di serdegirtinên malên Kurd an jî mûxalîfên çepgir de deriyan dişkîne, êrîşên devkî û fîzîkî dikin û bi pêkanînên xwe yên sîstematîk ên terorîze tên naskirin, di sergirtinên malên endamên El Qaîdeyê de ev taybetmendiya xwe danî aliyekî û gelekî nazîkî û li gorî prosedurên qanûnî lêgerîn pêk anîn.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, Tîmên Tevgera Taybet destpêkê li derî da û dûre jî biryara lêgerînê li rûyê gumanbaran xwendin. Dûre ji gumanbaran re agahî hat dayîn ku dê lêgerîna gumanbarên jin ji aliyê polîsên ji ve were kirin.
Ekîbên polîsan dûre, li malên ku lêgerîn kirin ji bo zarok netirsin pakêtên diyariyan vekirin û pêlîstokên hirç û bebek belav kirin.
Li gorî nûçeyê, di van operasyonan de rewşa tê zanîn a polîsan tinebû. Tê fêmkirin ku dema El Qaîde dibe mijara gotinê, zarok û prosedurên huqûqî tên bîra polîsan.
Di operasyonên hevdemî yên tê gotin li dijî El Qaîdeyê roja Sêşemê hatin lidarxistin de, li Erzîngan, Konya, Stenbol û Amedê 16 kes hatibûn binçavkirin.