PNAS: Ziwayî û germahiya global, şewata daristanan zêde kir
Ji ber germahiya global, şewata li daristanan bi du qatan zêde bû.
Ji ber germahiya global, şewata li daristanan bi du qatan zêde bû.
Li gorî raporeke Akademiya Zanistiyê ya Amerîka (PNAS), şewata daristanan a di nava 30 salên dawî de li eyaletên rojava yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) herî kêm bi du qatan zêde bûye. Li gorî vê yekê, par qada daristanî ya ji 4,1 mîlyon hektarî (41 hezar 500 kîlometreçargoşe) şewitî. Ev yek li gorî sala 1984'an bi du qatan zêde ye.
Di raporê de hat ragihandin, li herêmên rojava yên DYA'yê, îsal 1,2 mîlyon hektar qada daristanî şewitî ye. Hişyarî hat dayîn, ku di salên pêş de dibe ku şewatên mezintir rû bidin.
Di rapora PNAS'ê de hat destnîşankirin, sedema zêdebûna şewata li daristanan, ziwayî û germahiya hewayê ye. Şewata par bi 2,1 mîlyar dolarî zerar da aboriya vî welatî.