Piştî lêpirsîna FBI, hilbijêr berê xwe didin Trûmp
Ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, ku wê di 8'ê Mijdarê de werin lidaxistin, tenê çend roj man. Di van rojên dawî de hilbijêr bi rengekî balkêş tercîha xwe diguherîne.
Ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, ku wê di 8'ê Mijdarê de werin lidaxistin, tenê çend roj man. Di van rojên dawî de hilbijêr bi rengekî balkêş tercîha xwe diguherîne.
Hîllary Clînton, ku heta hefteya dawî dihat texmînkirin ku wê bi dengekî zêde li hemberî Trûmp bi ser bikeve, tê dîtin ku ji ber lêpirsîna FBI, baweriya pê diqede.
Anketên di hefteyên dawî de hatin kirin, nîşan dan ku namzeta Patiay Demokrat Hîllary Clînton wê bi ser bikeve. Piştî ku Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) da xuyakirin, ku ew ê ji nû ve lepirsînê lê veke, tê gotin ku dengê Donald Trûmp zêde bûne.
Li gorî anketek ji aliyê Washîngton POst û televîzyona ABC ve hat kirin, rêjeya hilbijêrên dibêjin ew 'Trûmp ê durust û ewle dibînin' gihîştiye ji sedî 46'an. Ya Clînton ji daket ji sedî 38'an. Di destpêka meha Îlonê de, li gorî anketeke li ser heman mijarê, he du namzet di rêjeya ji sedî 45'an de cih digirtin.
Piştî ku FBI ragihand, ku ji ber bikaranîna maîla şexsî ji bo nivîsên fermî wê careke din li dijî Clînton lêpirsînê veke, nayê texmînkirin ku kîjan namzet wê çiqas encaman bigirin. Li gorî anketa televîzyona CNN û şîrketa ORC, Clînton li eyaleta Florîdayê dengê xwe zêde kir. Li Arîzona jî Trûmp li pêş e.
Li Pennsylvanîayê jî, ku wê 20 ji 538 endamên demkî yên serokê DYA hilbijêrên jê derkeve, di navbear Clînton û Trûmp de hê jî 4 pûan hene.