Piştî 2 salan leşkerên Iraqê li Mûsilê ne

Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Iraqê General Tahsîn Îbrahîm anî ziman ku piştî 2 salan û şûn de cara yekeme leşerên artêşa Iraqê ketin Mûsilê.

Îbrahîm ê ku ji qenalê nûçeyan a CNN Înernatîonal re axivî, yekîneyên girêdayî Tugaya Zirxî ya 9’emîn a girêdayî artêşa Iraqê ji aliyê Rojhilatê bajrê ve ketine Taxa El Întisar.

Piştî 2 salan û şûn de leşkerên artêşa Iraqê cara yekem ketin Mûsil a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin.

Artêşa Iraqê ji aliyê Rojhilata û Başûrê bajêr ve pêş ve diçin, milîsên Heşdî Şehbî jî pêşveçûna ber bi Tilehferê ve dewam dike. Tê payîn ku di nava hefteyên pêşiya me de bajarê Mûsilê bê dorpêçkirin.