Peymana TTIP di rewşeke tengav de ye
Nerazîbûnên li peymana bazirganiya serbest TTIP, ku di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de bi muzakereyên veşartî tê meşandin, dewam dikin.
Nerazîbûnên li peymana bazirganiya serbest TTIP, ku di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de bi muzakereyên veşartî tê meşandin, dewam dikin.
Piştî Fransa û Elmanyayê ji Awûstûryayê jî daxuyanî hatin dayîn û hat ragihandin, bi vê peymanê ve siberoj bêhtir xumamî dibe.
Li dijî Peymana Hevkariya Razemenî û Bazirganiya Transatlantîk (TTIP), bi salan e li welatên Ewropayê bi mîlyonan kes nerazîbûnê nîşan didin. Muzakereyên vê peymanê bi rengekî veşartî tên meşandin û parlamenter jî bi tenê dikarin beşek ji muzakereyan bibînin. Tê zanîn, peymana TTIP herî zêde bi kêrî şîrketên mezin ên navneteweyî tê.
Dijberên TTIP dibêjin, bi peymanê re wê pîvanên tenduristî, paqijî û hiqûqê yên li Yekîtiya Ewropayê derbasdar in û hilberînerên biçûk ên çandiniyê wê bitevizin.
Ji ber zêdebûna nerazîbûnên rêxistinên civakî yên sivîl ên li dijî peymanê, herî dawî ji Fransa, Elmanya û Awûstûryayê daxuyaniyên dijberê peymanê hatin dayîn. Di destpêka hefteyê de, hikûmeta Partiya Sosyalîst a li Fransayê daxuyaniyek da û xwest, muzakereyên peymanên bên sekinandin.
Di heman rojê de Wezîrê Aboriyê yê hikûmeta Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) daxuyaniyek bi heman rengî da. Gabrîel destnîşan kir, ku muzakereyên peymanê bi rengekî defakto neserketî ne.
DI CETA DE JÎ MÎNTA TTIP'Ê 'XALÊN KRÎTÎK' HENE
Piştî her du welatên mezin ên Yekîtiya Ewropayê, li Awûstûryayê jî Serokwezîrê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPO) Chrîstîan Kern daxuyaniyek li ser TTIP da. Kern da zanîn, hikûmetê biryar daye peymana bazirganiya serbest a bi navê CETA ya navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê, ku di sala 2014'an de hat qebûlkirin, ji nû ve muzakere bike. Kern fikarên xwe yên li ser TTIP jî anî ziman.
Kern diyar kir, CETA wê hîn bêhtir bi kêrî şîrketên mezin ên global were û destnîşan kir, di nava vê peymanê de mîna TTIP 'xalên krîtîk' hene.
Wezîrê Aboriyê Reînhold Mîtterlehner ê ji Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) roja Çarşemê daxuyaniyek da û xwest, muzakereyên TTIP bê sekinandin.
Li gorî anketên li welatên Yekîtiya Ewropayê hatin çêkirin, li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê mûxalefeteke mezin a gel heye li dijî TTIP û CETA.
Roja Çarşemê, 125 hezar daxwaznameyên îmzekirî yên bi hewldana rêxistinên civakî yên sivîl ên li Elmanyayê hatin hevdan, li dosya dozê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal hat bicihkirin, ku doz ji bo betalkirina CETA hatiye vekirin.