Penaber di karên erzan de dixebitin

Li gorî daneyên Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aboriyê (OECD), penaberên li gelemperiya Ewropayê li gorî perwerde û kalîfîkasyonê, di karên mûçeyên wê kêm in de dixebitin.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, rêjeya penaberên ku li gorî karê dike kalîfîkasyona wan bilind e ji sedî 60 e. ev rêje li welatê Elmanyayê ji sedî 71 e, ku entegrasyona penaberan a li vir zehmet e.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 30 ê koçberên ji bilî penaberan, li karekî ku kêmî asta perwerdeya wan e dixebitin. Li Elmanyayê ev rêje ji sedî 38 e.

Di nava welatiyên Yekîtiya Ewropayê de rêjeya kesên di karên pêwîstiya xwe bi kalîfîkasyonê kêm de dixebitin, ji sedî 21 ye. Di nava Elmanan de ji sedî 16 ye.

PIRSGIRÊKA ZIMAN ASTENGIYA HERÎ MEZIN E

Li gorî rapora OECD yek ji pirsgirêka herî girîng a penaberên li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê, pirsgirêka ziman e. Ev pirsgirêk li pêşiya penaberan asteng e ku nikarin li karê li gorî asta xwe ya perwerdeyê bixebitin.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê rêjeya kesên kêmî 10 salan li welatekî dijîn û zimanê wî welatî di asteke bilind de dizane, ji sedî 24 e. Ev rêje li Elmanyayê ji sedî 9 e. Yên zêdeyî 10 salan dijîn û ziman di asteke bilind de dizane ji sedî 50 ye.

Di nava jinên penaber de rêjeya kesên dixebitin ji sedî 45 e, di nava mêrên penaber de ev rêje ji sedî 62 ye.

Ev daneyê OECD ên sala 2014'an e. Di sala 2015'an de bi zêdebûna hejmara penaberan re fikar hene ku ev rêje bilindtir bûye.