PDK nahêle malbata şervanê YPG'ê tev li merasîma kurê xwe bibe
PDK nahêle malbata şervanê YPG'ê tev li merasîma kurê xwe bibe
PDK nahêle malbata şervanê YPG'ê tev li merasîma kurê xwe bibe
Malbata şervanê YPG’ê Şervan Samî Seydo yê ku di 29’ê Cotmehê de di pevçûnên li hemberî çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, ev 6 roj in li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ne û rêveberiya PDK’ê rê nada beşdarî merasîma kurê xwe bibin.
Malbata şervanê YPG’ê Şervan Samî Seydo yê ku di 29’ê Cotmehê de di pevçûnên li hemberî çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, ev 6 roj in li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ne û rêveberiya PDK’ê rê neda beşdarî merasîma kurê bibin. Dayîk û bavê şervanê YPG’ê Şervan Seydo ‘Samî û Fîdan’ ên ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku ji dema wan nûçeya şehadeta kurê xwe bihîstine, hewldidin ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û tevlî merasîmê oxirkirina kurê xwe bibin û wiha gotin: “Mixabin Hikûmeta Başûr astengiyan ji me re derdixe û nahêle em derbasî Rojava bibin û ev 6 roj in em li ser sînor in.”
Birayê şervanê YPG’ê Samî Seydo, Cîger Seydo jî diyar kir ku birayê wî berî 6 rojan jiyana xwe ji dest daye û dayîk û bavê wî li ser sînor in. Bi hêvî ne ku derbasî Rojava bibin, lê heta niha Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rê nedaye wan ku vegerin.
Cîger da zanîn ku dema Rayedarên li ser sînor nas kirin ku sedema vegera wan şehadeta birayê wî ye û Endamê YPG’ê ye, hîn bêtir astengî derxistin.