'PDK nahêle em alîkariyan bigihînin Rojava'

'PDK nahêle em alîkariyan bigihînin Rojava'

Komîteya Alîkariya bi Rojava re diyar kir ku rayedarên PDK'ê rê nadin wan ku alîkariyan derbasî Rojava bikin û dan zanîn ku ew ê bi Hikûmeta Iraqê re têkevin nava hevkariyê da ku alîkariyan derbas bikin.

Koordînesyona alîkariya bi Rojava re di civîneke çapemeniyê de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdilstanê diyar kir ku Partî Dîmokratî Kurdistanê (PDK) rê nedaye wan ku alîkariyan derbasî Rojava bikin û destnîşan kirin ku dê bi Hikûmeta Malikî re di nava peywindiyan kevin ku alîkariyan bighînin Rojava. Endamê Koordînesyona Komîteya Alîkariya bi Rojava re Nîzar Mihemed di civîna Çapemeniyê de axivî û destnîşan kir ku armanca komîteya wan ew e ku alîkariyan ji Silêmaniyê berhev bikin û bighînin Rojava. Mihemed diyar kir ku wan alîkariyên mirovahî kirîne û ji 2'yê Cotmehê ve di bin çadirekê de bi cih kirine û Partî Dîmokratî Kuridstanê (PDK) rê nadin ku ew alîkariyan bighînin Rojava.

Mihemed da zanîn ku wan alîkarî ji xelkên Silêmaniyê yên xizan berhev kirine û dixwazin bişînin Rojava. Endamê Komîteya Alîkariya bi Rojava re Şoreş Emîn jî da znaîn ku alîkariyên berhevkirine ji 25 ton ard, 25 ton birinc, 410 karton zêt pêk tên û alîkarî di bin çadiran de bicih kirine. Emîn PDK'ê ji xerabûna alîkariyan berpirsyar bi nav kir. Emîn, bibîr xist ku ji bo alîkariyan welatên dijmin riyên xwe ne girtine û wiha dom kir: "Me zanîbûya ku Rêveberiya Herêma Başûr kurdistanê wiha bike me dê serî li Tirkiyê daba. Niha jî em ê hewl bidin ku di riya Hikûmeta Nûrî El-Malkî re derbas bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Derve ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku sînor ji bo alîkariyên mirovahî vekiriye.