Partiya Sosyalîst a Hollanda li sînor e
Partiya Sosyalîst a Hollanda li sînor e
Partiya Sosyalîst a Hollanda li sînor e
Heyeta ji Partiya Sosyalîst a Hollanda hatiye, bi armanca lêkolîn û hevdîtinan hat Pirsûsê.
Heyeta Partiya Sosyalîst a ji Hollanda hat, piştî hevdîtinên xwe yên li Amed û herêmê hat Pirsûsê. Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Hans Van Heîjnîngen û Parlamentera Partiya Sosyalîst Sadet Karabulut ên di heyetê de cih digirin, bi Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahim Ayhan, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan, Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez, endamê Dîplomasiyê ya KCD’ê Seydî Firat, endamê Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Faruk Tatli û Şêwirmendê Çapemeniyê yê DBP’ê yê Riha Serhat Tum re hevdîtin pêk anîn.
'AKP TEHEMULÎ PIŞTEVANIYA BI KOBANÊ RE JÎ NAKE'
Parlamenterê Riha yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan têkildarî rewşa heyî ku agahî dan heyetê, got ku armanca êrîşan destkeftiyên bi şoreşa Rojava re derketine holê. Ayhan têkildarî nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî penaberan jî diyar kir ku gelê Kobanê bi alîkariya gel li ser piyan dimîne û tehemûla dewleta Tirk li hember çalakî û aktîvîteyên ji bo Kobanê tên lidarxistin jî nîne.
‘BÊYÎ EM LI BENDA BIRYARA PARLAMENTOYÊ BIN EM Ê DEST BI XEBATAN BIKIN’
Heyetê der barê nexşerêya xwe de jî ku agahî da, got ku ji bo korîdora însanî bê vekirin di serî de hikûmeta Hollanda wê bikevin nav hewldanan. Endamên heyetê her wiha dan xuyakirin ku ji bo naskirina kantonan wê bikevin nav hewldanen zêde û her wiha ji bo PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin wê bixebitin.
‘DIVÊ LI HEMBER ÇETEYAN TÊGIHIŞTINA HEVPAR PÊK WERE’
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer ku bersiv da pirsên heyetê got ku alîkariya ji bo Kobanê ji bo tevayî mirovatiyê ye û wiha dewam kir, “Heta li hember çeteyan têgihiştineke hevpar pêk neyê, zehmet e pêşiya çeteyan bê girtin. Divê niha bilez alîkariya çek ji bo Kobanê bê kirin. Tavilê korîdor bê vekirin.”
Heyet piştî hevdîtinê ji bo serdana welatiyan derbasî gundê Mehser bû. Piştî ziyareta li gund wê heyet konbajarên ku welatiyên Kobanê têde bi cih bûne ziyaret bike.