Parêzvanên mafê mirovan bi girseyî li ber Girtîgeha Tîba E ya Semsûrê ji bo girtiyên nexweş çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bang li hikûmet û Wezareta Dadê hat kirin ku dawî li îşkenceyên li girtiyên nexweş tên kirin bînin.
Parêzvanên mafê mirovan bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Semsûrê ji bo ku balê bikşînin ser îşkenceyên ku girtiyên nexweş tên kirin bi awayek girseyî li ber Girtîgeha Tîba E ya Semsûrê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Ji girtiyên nexweş re azadî" , "Girtiyên siyasî rûmeta meye" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berz kirin.
Serokê şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê Osman Suzen helwesta hikûmeta AKP'ê ya der barê "Pêvajoya çareseriya dermokratîk de rexne kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê îdîa dike ku bi daraza nû û bi hakêta demokrasîbûnê demokratbûnen lê dema em li girtîgehan dinêrin dibînin ku di girtîgehan de çawa li girtiyên nexweş dinêrin li ser bedenên girtiyên nexweş û li ser nexweşiyên wan çawa dilîzin. Nexweşên bi navê Ergîn Aktaş û Ramazan Ozalp rapora wan a Edlî Tibê heye lê disa jî bi hînceta ku 'Ewlehiya civakê dixe bin metirsiyan ' ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve nayên berdan. Em bang li hikûmet û Wezareta Dadê dikin ku; bila dawî li îşkenceyên ku li girtiyên nexweş tên kirin bînin."
Daxûyanî piştî çalakiya rûniştina pênc deqeyî bi dawî bû.