Organîzmayên zindî yên herî kevn ên li cîhanê 3,7 mîlyar salî ne
Zanyarên ji Zanîngeha Wollongong a Awûstralyayê li Girava Gronlandê lêkolînek kirin û dan zanîn, ku nîşaneya destpêkê ya jiyana li ser rûyê erdê, ji ya tê zanîn gelekî kevntir e.
Zanyarên ji Zanîngeha Wollongong a Awûstralyayê li Girava Gronlandê lêkolînek kirin û dan zanîn, ku nîşaneya destpêkê ya jiyana li ser rûyê erdê, ji ya tê zanîn gelekî kevntir e.
Ev lêkolîn li kovara Natûre hat weşandin. Hat gotin, di encama vê lêkolînê de stromatolîtên ji ber fosîlbûyîna organîzmayên prîmîtîf mîkro derketine holê, li binê berfa li Gronlandê heliya ye, hatine dîtin. Li gorî lêkolînê, ev organîzmayên zindî yên hatine tespîtkirin bi qasî 3,7 mîlyar salî ye.
Di lêkolînê de hat bibîr xistin, ku beriya niha organîzma zindî ya herî kevn a li ser rûyê erdê li Çola Pîlbara ya Awûstralyayê hatibû dîtin û 3,5 mîlyar salî bû. Hat destnîşankirin, ku nîşaneya destpêkê ya jiyanê ya li Gronlandê hat dîtin 220 mîlyon sal ji ya li Çola Pîlbara hatiye dîtin, kevntir e.
Li gorî vê lêkolînê, li başûrrojavayê Gronlandê konîk stromatolîtên ji 1 heta 4 santîmetreyî hatine dîtin.