Ok: Rageşiya bi Kurdan re dê encamên giran biafirîne
Ok: Rageşiya bi Kurdan re dê encamên giran biafirîne
Ok: Rageşiya bi Kurdan re dê encamên giran biafirîne
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok der heqê darvekirinên li Îranê de hişyariya "ev yek dê ji rageşî û pevçûnan zêdetir rê li ber encamên giran veke" da û bang li Îranê kir ku ji bo dewamiya agirbestê bikeve nava helwestekê.
Sabrî Ok di beşa duyemîn a hevpeyivîna xwe li gel ANF'ê re mijarên darvekirina 2 endamên PJAK'ê, rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê, polîtîka PDK'ê ya der barê Rojava de û avakirina hikûmeta nû li Başûrê Kurdistanê nirxand.
Ok got, "Em bang li aliyan yanî bang li Komara Îslamî ya Îranê û rêveberiya PJAK'ê dikin ku hestiyar bin, nekevin nava nêzîkatiyên ku li pirsgirêkan ên nû zêde bikin, dest ji helwestên tehrîkkar û rageşiyê yên mîna darvekirinan berde."
Ok got, "Sekna li dijî darvekirina, berpirsyariyeke exlaqî û wicdanî ye" û bang li Kurdan kir ku di asta herî bilind nerazîbûnê nîşan bidin.
Ok der barê girtina deriyê sînor ê Sêmalka de diyar kir ku vekirina deriyê sînor ji herdu aliyan ve, dê gaveke baştir be.
Ev du sal in di navbera PJAK û dewleta Îranê de agirbest heye. Lê belê rejîma Îranê di rojên dawî de du girtiyên Kurd bi darve kir. Ev darvekirin çima rû dan? Hûn weke KCK vê helwesta Îranê ya di rewşa agirbestê de çawa dinirxînin?
Ji 5'ê Îlona 2011'an û vir ve di navbera dewleta Îran û PJAK'ê de agirbestek heye. Ev agirbest, piştî pevçûneke dijwar a sê mehan, hat îlankirin. Ev şer û pevçûn, di encama navbeynkariya hin derdor û dostan di navbera PJAK û Komara Îslamî ya Îranê de derket holê. Ev yek ji bo herdu aliyan jî gaveke girîng bû. Li gel hin kêmasiyan jî, bi hestiyariya herdu aliyan agirbestê dewam kiriye. Lê belê di 27'ê Cotmehê de du siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin. Yek ji şertên agirbestê jî rawestandina darvekirinan bû. Dewleta Îranê bi vî rengî aliyê herî girîng ê agirbestê binpê kir. Di demeke ku hevsengiya li Rojhilata Navîn tê guhertin de, ev darvekirinên Îranê dê ji aliyê gelê Kurd ve ti carî neyê qebûlkirin û ev yek dê bi xwe re encamên giran bîne. Darvekirin ku rastî hêrsa mezin a gelê Kurd tê, derbeyeke mezin li agirbestê ye û bûye bingehek ji bo wan hêzên dixwazin agirbest xira bibe.
RAGEŞIYA BI KURDAN RE DIKARE ENCAMÊN GIRAN BI XWE RE BÎNE
Ev yek, ji rageşî û şerekî ji rêzê bêtir dikare encamên giran biafirîne. Dema ev rastî li ber çavan were girtin, ji bo dewleta Îranê helwesta herî rast; parastin û pêşvebirina agirbesta bi PJAK'ê re ye. Lewma em bang li aliyan yanî bang li Komara Îslamî ya Îranê û rêveberiya PJAK'ê dikin ku hestiyar bin, nekevin nava nêzîkatiyên ku li pirsgirêkan ên nû zêde bikin, dest ji helwestên tehrîkkar û rageşiyê yên mîna darvekirinan berde. Eger darvekirin weke navgînek siyaseta derve û hundir bê bikaranîn, wê bi tenê pirsgirêkan girantir bike. Em di wê baweriyê de ne ku PJAK jî nekeve nava helwesteke agirbestê bixe nava xeteriyê û nêzîkatiyek ji bo çareseriya bi rêya diyalog û siyasî nîşan bide. Ji ber vê yekê divê her du alî xwe ji helwestên pirsgirêkan giran dike, dûr bixînin. Sekna li dijî darvekirinan berpirsyaryeke exlaqî û wicdanî ye. Lewma, bi şertê ku ne bi rêbaza tundî û pevçûnan be, divê her Kurd nerazîbûna xwe li dijî vê di asta herî bilind de nîşan bide. Em helwesta PJAK'ê fêm dikin, lê girîng e ev nerazîbûn weke mafekî demokratîk di asta siyasî de bê nîşandan. Weke KCK em careke din bang li dewleta Îranê û PJAK'ê dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.
KETINA TIL KOÇER A BIN KONTROLA YPG'Ê, JI BO ÇETEYAN WINDAHIYEKE MEZIN E
Weke ku tê zanîn bi operasyona YPG'ê re Til Koçer ji çeteyan hat paqijkirin û deriyê sînor ketiye destê YPG'ê. Ev rewş ji bo Kurdan bi taybetî jî ji bo şoreşa Rojava xwedî girîngiyeke çawa ye?
Em ji çapemeniyê dişopînin. Til Koçer hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Iraqê cihekî girîng û stratejîk e. Herêm Til Koçer û deriyê sînor heta niha di destê El Qaîde û hêzên çete yên mîna wê de bûn. Baregeh û qada êrîşê ya çeteyan, li vê derê bû. Ji aliyê din qezeca çeteyan li vê derê hebû û beşek ji fînansmana xwe ji vir bi dest dixistin. Lewma ji bo çeteyan cihekî girîng bû. Ketina vê herêmê bin kontrola YPG'ê, ji wo çeteyan windahiyeke mezin e. Bêguman li dijî PYD û YPG'ê gelek êrîşêk neheq rû dan. Kurdan xwestin li ser axa xwe bi awayekî azad û demokratîk bijîn, lê belê hin hêzan ev çete ajot ser wan. Van çeteyan şer birin her devera Kurdistanê. Ne çavê Kurdan ne jî çavê YPG û PYD'ê li axa kesî nebû. Lê belê hin hêzên herêmî û navneteweyî, komên çete yên di bin navê Îslamê de tevdigerin lê belê bi kiryarên xwe re zerarê didin Îslamê, ajotin herêmê û êrîşî Kurdan kirin. Bêguman ev yek dê ji aliyê Kurdan nehata qebûlkirin. Pêwendiya van êrîşan bi ti nirxên exlaqî re nebû. Wargehên sivîl hatin bombebarankirin, polîtîkayeke koçberkirinê hat meşandin. Bi qasî ku me ji çapemeniyê şopandin, ji bo bigihêjin armanca xwe li Serêkaniyê çeka kîmyewî bikar anîn. Bêguman di serî de Tirkiye hin hêzên herêmê destekê didin vî şerê bê exlaq û qirêj.
Gelê Kurd û YPG bêguman dê bersiv bida van êrîşan. Ya dê teslîm bibûya yan jî li lehengî li ber xwe bidabûya. Bûyerên ku diqewimin, mînaka dîrokî ya berxwedana lehengî ye. Şerê li Til Koçer li ser vê bingehê rû da. YPG'ê îlan kir ku Til Koçer bi dest xistiye. Ji bo êrîşên li Serêkaniyê zerarê nedin gel, pêngav hatiye destpêkirin. Ev serketin, tevî gelê Kurd wê xizmetê bide berjewendiyên tevahiya gelên Sûriyê.
Beşek ji çapemeniya Ereb û hin televîzyonên Kurd ên Başûrî îdîa dikin ku YPG'ê bi piştgiriya hin hêzên din Til Koçer bi dest xistiye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku nûçeyên bi vî rengî spekulasyonên bêbingeh in. Îdîayên bi vî rengî derewên ji bo nixumandina serketina YPG'ê ye. Her wiha ji navendekê ve îdîa tê kirin ku YPG zextê li gel dike û pêwendiya xwe bi rejîmê re heye. Li pişt vê îdîayê Tirkiye û hin hêzên Kurd hene. Armanca wan jî reşkirin û fetisandina şoreşa Rojava ye. Diyar e ku nûçeyên şaş ên li hemberî şoreşa Rojava tên kirin, xwedî armanca şerê psîkolojîk e. Hin derdor û navgînên çapemeniyê yên Kurd, bi vê helwesta xwe re ji dijminê gelê Kurd re xizmetê dikin.
HELWESTA DESTEYA BILIND A KURD RAST E
Tê zanîn ku deriyê sînor ê Sêmalka ev çend mehin ji aliyê hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve bi awayekî yekalî, girtî ye. Vê rewşê li her çar perçeyên Kurdistanê rê li ber nerazîbûnan vekir. Çapemeniya Kurd jî ev yek bi gelek aliyan ve rexne kir. Desteya Bilind a Kurd jî ji ber van polîtîkayên hikûmeta Başûr biryar da ku aliyê Rojava yê deriyê sînor bigire. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
Mixabin di tevahiya serdemên dîrokê de gava gelê Kurd bû mijara gotinê hemû derî li rûyê wan hatiye girtin. Gelê Kurd ti carî nebûye xwedî deriyekî ku pêşî lê nagire û dikare bi azad tevbigere. Di ser de jî Kurdistan perçeperçe hat kirin û ji dil û mejî hat perçekirin. Rewşa herî trajîk a bi êş ku hatiye serê Kurdan ev e. Hêzên mêtînger Kurdistan veguherandine girtîgeheke servekirî. Cara yekemîn e gelê me gihaştiye wê derfetê ku azadiya xwe bi dest bixe. Vîn û rêxistinbûyîna vê yekê nîşan daye. Girtina deriyan vê carê jî bi awayekî din derket holê. Hikûmeta Başûr derî li rûyê Kurdan girt. Bêguman helwesteke ne rast e. Gotina Hikûmeta Başûr binavkirineke şaş û kêm e. Her kes dizane ku PDK ev derî girtiye. Ji xwe daxuyaniyên YNK û gelek rêxistin û komên din vê rastiyê aşkera dike. Li pêşberî nerazîbûnan PDK'ê got, "Min derî negirt" ev yek bi xwe jî nîşan dide ku nerazîbûna raya giştî bandorê lê dike. Li hemberî girtina deriyê sînor û bikaranîna vî derî weke rêbazeke şantajê ji aliyê PDK'ê ve, li aliyê din ê sînor Desteya Bilind a Kurd biryar da aliyê Rojava yê Deriyê Sêmalka bigire. Ji ber ku PDK û hêzên pêwendiya xwe pê re heye, ev derî ji bo armancên xwe bikar dianîn. Gelek caran bû deriyekî ku li dijî şoreşa Rojava, li dijî gelê Kurd hatiye bikaranîn. Bêguman bi girtina deriyan re tiştek bi dest nakeve. Yê ku ev daye destpêkirin PDK ye. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ka bi kîjan armanc û niyetê ev yek kiriye. Helwesta Desteya Bilind a Kurd rast e. Ji ber ku eger ev derî dê vekirîbe, hingî divê li gorî berjewendiyên gelê Kurd vekirî be. Hêzên şoreşger ên Kurd heta niha bi sebir tevgeriyan û bi hêviya ku PDK ji şaşiya xwe vegere, aliyê Rojava yê deriyê sînor vekirî hişt. Lê belê ji ber ku PDK'ê di vê de israr kir, aliyê din ê sînor hat girtin. Helwesta rast; vekirina deriyê sînor ji herdu aliyan ve hem ji bo bazirganî hem jî ji bo derbasbûyînê ye. Girtina deriyê sînor nîne. Girtiya deriyê sînor li Kurdekî, li welatparêzekî, li serokê partiyeke Kurd ji ti alî ve pêwendiya xwe ji dilnimzî, siyas û pîvanên welatparêziyê nîne. Em hêvîdarin dê PDK ji vê helwesta xwe ya şaş vegere.
DIVÊ LI BAŞÛR HIKÛMETEKE LI GORÎ TEAMULÊN DEMOKRATÎK TEVBIGERE AVA BIBE
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin bi encam bûn lê belê hînê hikûmet ava nebû. Hûn sedema vê biryara yekalî ya PDK'ê bi çi ve girê didin?
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên nû pêk hatin. Hilbijartin çiqasî demokratîk in an ne, ew pirsgirêkeke din e. Lê belê hînê hikûmetek ava nebûye. Em nizanin ka hikûmetê kengî ava bibe, çawa ava bibe, bi kê re ava bibe. Lê ya ku em dizanin ew e; hin pirsgirêk tên jiyîn. Em hêvîdarin ku li Başûrê Kurdistanê ev pirsgirêk û pirsgirêkên mîna vê, bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de girtiya derî, rê li ber şîroveyan vekir. Mînak; Yekitî ragihand ku haya awn ji girtina derî nîne. Ji xwe gelek caran ji ber girtina derî nerazîbûn nîşan da. Dema ku dîtin gelê Başûr jî nerazîbûn nîşanda PDK'ê got "Ev ne biryara me ye ya hikûmetê ye." Hat fêmkirin ku ev rewş ne rewşeke ku PDK karibe biparêze ye. Bi dîtina me ya demokratîk, biryar ne ji aliyê partiyekê ji aliyê hikûmetê ve were girtin e. Nêzîkatiyeke bi vî regnî wê desketî û binesaziya siyasî ya Başûrê Kurdistanê xurtir bike. Pêwîste vîn û bendewariya Kurdên li hemû perçeyan jî li ber çavan were girtin. Eger partiyên Kurd dixwazin li gelemperiya welêt, bingeh û jiyaneke siyasî biafirînin, helwesta rast ev e. Bi vê wesîleyê em hêvîdarin ku li Başûrê Kurdistanê dê hikûmeteke li gorî teamulên demokratîk û lihevkirinê tevdigere, were avakirin.