Nobedariya 'Şehîdgeha Şehîd Ronahî' ket roja 42. de
Nobedariya 'Şehîdgeha Şehîd Ronahî' ket roja 42. de
Nobedariya 'Şehîdgeha Şehîd Ronahî' ket roja 42. de
Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê ve biryara rûxandina "Şehîdgeha Şehîd Ronahî" hatibû dayîn li hemberî vê yekê çalakiya nobedariyê hat destpêkirin û çalakiya nobedariyê di roja 42'emîn de berdewam dike.
Li qada Gelê Masîroya Şaxa Wanê di sala 1998'an de di şereki de 41 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabû ji bo gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane goristana bîrdarî ya ku navê xwe ji gerîlaya eslê xwe ji Elmanyayê Andrea Wolf (Ronahî) digre, ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê ve biryara rûxandina "Şehîdgeha Şehîd Ronahî" hatibû dayîn li hemberî vê yekê çalakiya nobedariyê hat destpêkirin û çalakiya nobedariyê di roja 42'emîn de berdewam dike. Nobedari ji aliyê welatiyên ku ji Wanê û navçeyên wanê tên bi dor veger tê girtin. Rewşa hewayê her çendi sarbibejî lê disa nobedariya welatiyan berdewam dike. Welatiyên ku di sar û sermayê de hatin qada masiroyê diyar kir ku bila biryara rûxandina der barê "Şehîdgeha Şehîd Ronahî" de di demekî kurt de şunve bê girtin.
'ŞEHÎDÊN ME BÊXWEDÎ NÎNIN'
Dayika bi navê Makbule Ozel ya ku ji Wanê hat, diyar kir ku nobedariya wan ya dorveger berdewam dike û biryara ku der barê goristana bîrdariyê de hatiye girtin hinceta şere û wiha got: "Êdî bila ne leşker ne jî gerîla nemirin. Leşker jî gerîla jî kurê mene. bila viya baş bizanibin emê tu carî şehîdgehên xwe û şehîdên xwe terk nakin. Şehîdên me bêxwedî nîne. Heta dawî ya xwîna xwe emê xwedî li nirxên xwe û şehîdên xwe derkevin û wan biparêzin."
'DESTÊ KU DIRÊJÎ ŞEHÎDÊN ME BIBE EMÊ BIŞKÎNIN'
Dayîka bi navê Heznî Kumlî jî diyar kir ku, biryara rûxandinê ya 'şehîdgehê' bê agahiya Walî ne hatiye dayîn û destnîşan kir ku dê destûrê nede wan ku 'şehîdgehê' birûxînin û wiha got: "Destê ku dirêjî Şehîdên me bibe emê bişkînin. Hata ku em li jiyanê bin emê têkoşîna şehîdên xwe berz bikin." Dayîka bi navê Azimê Aran jî diyar kir ku dê di riya azadiyê de têkoşinê bişopîne û heta dawiyê li berxwe bidin.