Nobeda Ji Ocalan re Azadî di roja 500 de ye

Nobeda Ji Ocalan re Azadî di roja 500 de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li Strasboûrgê dewam dike, di roja 500 de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarên Fransa Bordeaux û Toûloûse tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya ji Ocalan re Azadî ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, di hefteay 72. de ye. Kurdistaniyên her hefte ji bajarên cuda yên Ewropayê tên çalakiyê dewir digirin, der barê pirsirêka Kurd de agahiyan didin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd de jî îmzeyan berhev dikin.

Çalakiya ku roja 500. li dû xwe hişt, vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji bajarên Fransa Bordeaûx û Toûlhoûse ve dewir hat girtin. Endamên koma nû broşurên bi sernavê 'Ocalan kî ye?' yên bi Elmanî, Fransî û Îngilîzî, her wiha kurte pirtûkên Ocalan ên 'Konfederalîzma Demokratîk' û 'Li Kurdistanê Şer û Aştî' belav dikin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan berhev dikin û ji mirovên li derdorê re behsa pirsgirêka Kurd û armanca çalakiya xwe dikin.

Ji çalakgeran Remzî Yalçiner agahî da ANF'ê û diyar kir ku bi taybetî tûrîstên Elman û Îtalî yên tên serdana bajêr û xwendekarên Fransî pêwendiyê nîşanî çalakiyê didin. Yalçiner da xuyakirin ku li gel ba û baranê jî çalakî ji bo wan serketî derbas dibe.

“DEM NE DEMA RAWESTANDINÊ YE”

Endamekî din ê komê Ekrem Demîr jî sedema beşdariya xwe li çalakiyê wiha kurteber kir: "Divê Kurdên li Ewropayê hem xwedî li têkoşîn hem jî xwedî li xwe derkevin. Îro nebe dê sibê azadî were û êdî dem ne dema rawestandinê ye. Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li azadiyê ye. Ji ber vê yekê me biryar girtin û em hatin vê derê."

Çalakgeran banga destekkirina çalakiriya sibê ya li Nisêbînê kirin ku dê li dijî dîwarê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bê lidarxistin û gotin, "Der heqê pêvajoyê de divê kes ne ji AKP'ê ne jî ji dewletê tiştekî hêvî nekin. Pêwîste ji 7 heta 70 salî her kes rabin ser piyan û li dijî dîwarê ku li hemberî Rojava tê lêkirin, seferber bibin. Bi taybetî gelê Nisêbînê divê hemû Kurd sibê li wê derê bin."

500 ROJ IN BÊNAVBER DEWAM DIKE

Çalakiya Nobedê ya bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî destpê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê dewam dike. Çalakiya ku li taxa Robertsaû ya avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê lê ne tê meşandin, her hefte rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin. Çalakiya her roj saet di navbera 7-17 de bênavber dewam dike. Heta niha bi sedhezaran broşur, belavok û biyografî hatine belavkirin û zêdeyî 14 hezar îmze hatine berhevkirin.