Nerazîbûnên li dîwarê şermê dewam dikin
Nerazîbûnên li dîwarê şermê dewam dikin
Nerazîbûnên li dîwarê şermê dewam dikin
Li Qoser, Şemrex û Semsûr dîwarê şermê hat şermezarkirin. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî dan xuyakirin ku wan dest bi grêva birçîbûnê ya 2 rojan kirine.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, Nûneriya MADAY-DER a navçeyê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê û "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin, şermezar kir.
Yek ji rêveberên MADAY-DER'ê Melle Şêxmûs Çelebî daxuyanî da û diyar kir ku keça wî bi xwe û bi sedan xizmên wî li Rojava dijîn û destnîşan kir ku dîwarê şermê yê hikûmeta AKP'ê lê dike, dê hestî û goşt ji hev neke. Çelebî piştgirî da berxwedana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwar di rojiya mirinê de ye.
Ji aliyê din ve Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Qoserê li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û li dijî lêkirina dîwar nerazîbûn nîşan da.
‘HÎTLER, ŞARON Û ERDOGAN DÎWAR LÊ KIRIN’
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şemrexê jî der barê meşa sibê de civîneke çapemeniyê lidar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê Mehmet Şik daxuyanî da û got, "Ev ax axa Kurdistanê ye. Li cîhanê beriya niha du dîwar di navbera gelan de hat lêkirin. Şaron û Hîtler ev dîwar lê kirin. Ya dawî jî Erdogan lê dike. Em vî dîwarê şermê lanet û şermezar dkin. Bi vê armancê sibê saet di 12'an de ji ber avahiya navçeyê heta Meydana Cûmhûriyetê emê bimeşin û dûre daxuyaniyekê bidin. Em li bendê ne ku tevahiya gelê ye ê Şemrexê sibê di meşê de amade be."
Li dû daxuyaniyê belavok li dikandaran û gel hat belavkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê jî bi civîneke çapemeniyê dîwarê şermê şermezar kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Semsûrê Abûzer Kuçukkelepçe daxuyanî da û got, "Emê lêkirina vî dîwarî qebûl nekin. Gelê Kurd dîwarê di mejiyê xwe de hilweşandiye. Hûn bi van dîwarên sunî nikarin gelê Kurd perçe bikin. Qamişlo Nisêbîn e."
Kuçukkelepçe ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a di rojiya mirinê de ye, ewê di 7'ê Mijdarê roja Pêncşemê de biçin sînor.
Kuçukkelepçe darvekirina Kurdan li Îranê jî nirxand û dewleta Îranê şermezar kir.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî bi rêya malbatên xwe dan xuyakirin ku li dijî "dîwarê şermê" wan dest bi grêva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirine.
Girtiyan bang hişyarî û berpirsyariyê ji raya giştî kirin.
Desteya Rêveberiya Sendîkaya Genel-Îş a ser bi DÎSK'ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan.