'Neheqiya hatineyê ya li Elmanyayê ji her demê zêdetir e'
Li gorî lêkolîneke Enstîtuya Zanistên Civakî û Aboriyê (WSI) ku li ser bingeha daneyên sala 2013'an hat meşandin, neheqiya hatineyê ya li Elmanyayê ji her demê zêdetir e."
Li gorî lêkolîneke Enstîtuya Zanistên Civakî û Aboriyê (WSI) ku li ser bingeha daneyên sala 2013'an hat meşandin, neheqiya hatineyê ya li Elmanyayê ji her demê zêdetir e."
Di raporê de hat gotin, "Xizan her xizan dimînin, dewlemend jî bêhtir dewlemend dibin" û hat ragihandin, ku ev rewş bûye fenomeneke ku di 20 salên dawî de rûniştiye. Di raporê de hat destnîşankirin, ku ti tirs û fikarên kesên hatineya wan zêde ye, yan jî mal û milkên wan têra xwe heye, nîne. Lê belê mirovên xizan, demeke gelekî dirêj, ji bo derketina ji nava xizaniyê neçar dimînin hewl bidin.
WSI da zanîn, rîska kêmbûna asta hatineya çîna navîn ji her demê zêdetir e û diyar kir, bi dewlemendan re fikareke bi vî rengî nîne. Li gorî rapora WSI, nîvê mirovên xizan neçar in herî kêm 5 salan li dijî xizaniyê têbikoşin.
Ji pisporên WSI Dorothee Spannagel da xuyakirin, ku tevî kêmbûna rêjeya bêkariyê ya salên dawî jî, rêjeya xizaniyê ya li Elmanyayê zêde bûye. Spannagel da zanîn, ku zêdebûna hejmara penaberên alîkariya kêmtirîn a civakî werdigirin, bandorê li vê yekê dike. Spannagel her wiha dibêje, ku tevî vê yekê jî balkêş e hejmara dewlemendan zêde dibe.
Herî dawî, di rapora Daîreya Stastîstîkên Federal de hatibû ragihandin, ku li Elmanyaya nifûsa xwe 82 mîlyon e, rêjeya mirovên xizan ji sedî 15,7 e. Ev rêje di sala 2016'an de ji sedî 14 bû.