NATO: Rûsya berpirsyarê aloziya li Ûkraynayê ye

NATO'yê ragihand, ji aloziya li rojhilatê Ûkraynayê ku her zêde dibe, Rûsya berpirsyar e.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li ser aloziya li rojhilatê Ûkraynayê axivî û anî ziman, bomberdûmanên li ser sînor ên navbera yekîneyên artêşê û komên Rûs, zêde bûne. Stoltenberg îdîa kir ku bomberdûman ji komên Rûs ên ji aliyê rêveberiya Moskowayê ve tên destekkirin, hatiye kirin. Stoltenberg bang li Rûsyayê kir, ku ji bo kêmkirina aloziyê bikeve nava hewldanan.

Stoltenberg diyar kir, Rûsya alîkariya siyasî, leşkerî û Malî dide komên li rojhilatê Ûkraynayê ji bo serxwebûnê bi navê koma Gel xwe bi rêxistin dikin. Stoltenberg xwest ev alîkarî bên qedandin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê ji Koma Medyayê ya Fûnke ya Elman re axivî û da zanîn, ji bo ji holê rakirina aloziyê, divê alî ji nû ve li dora maseya muzakereyê rûnên. Sekreterê Giştî da xuyakirin, ku Rûsya ji berprisyariya navneteweyî direve.

Di şere navxweyî yê li herêma Donbass a li rojhilatê Ûkraynayê de, ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Beşeke girîng a ji vê herêmê ji aliyê komên bi navê 'Komara Gel' ve tê kontrolkirin. Komara Xweser a Qirimê jî ji sala 2014'an û vir ve tevlî xaka Rûsyayê hatiye kirin.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li vî welatî, beriya niha li paytexta Rûsya Spî Mînksê muzakere pêk hatibûn. Lê belê peymana aştiyê ya li Mînskê li ser li hev hat kirin, hê zehmetiyên mezin hene.

Lİ aliyê din Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê dan xuyakirin, ku ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyan, ew plan dikin ziyaretekê li Ûkraynayê bikin.