Nasnameya 22 gerîlayan hat aşkerakirin
Nasnameya 22 gerîlayan hat aşkerakirin
Nasnameya 22 gerîlayan hat aşkerakirin
Komîteya Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteya Şehîdan a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me gelê şehîdan e. Tevî ku bi qasî gelê me ti gelî şehîd nedaye jî, gelê me berdêla vê negirtiye" û wiha hat gotin; "Şehîdên me mîna xelekên zincîrê bi hev hatine girêdan, hebûna me ya partiyê dorpêç kirine û xwedî wê taybetmendiyê ne ku ji bo em xwe bigihînin nirxên rastî yên şoreşgeriyê, wan biparêzin û zexim bikin, me her tim hişyar dikin."
Daxuyaniya Komîteya Şehîdan a PKK'ê wiha dewam kir: "Cidiyeta tevgera PKK'ê, ji hevgirtina armancên wê, ji sekna endamên wê yên ji bo serketina van armancên bilind bêyî dudiliyê bijîn her tim amade ne canê xwe feda bikin, tê. Eger em bixwazin fêr bibin bê rêxistinek çiqas hevgirtî ye, divê em li endamên wê rêxistinê binêrin ku di her şert û mercî de tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo wê çiqasî ji mirinê re amade ne, binêrin. Pêkanîn jî di vî alî de be, wê demê ev rêxistin rêxistineke pir cidî ye. Eger ew ji wan kesên ku di rojên xweş û rehet de li dora nirxan dicivin, lê di rojên zehmet an jî li pêşberî zexteke biçûk de ji hev belav dibin bin, hingî dikare bê gotin ku gotinên wan çi dibe bila bibe ew mirovên tehlûke ne, di şerên mezin ên mîna şerê gelan de divê bawerî bi van neyê kirin û tiştek radestî wan neyê kirin, ku ev nikarin bi berpirsyariya wan rabin."
Komîteya Şehîdan a PKK'ê got, "Eger neteweyek rastî êrîşê tê û endamên wê neteweyê dernakevin pêş, hesap napirsin, bi tenê rondikên çavan dibarînin, hingî heq e lanet li wê netewe û endamên wê bê kirin" û ev xal destnîşan kir: "Ne kes neteweyên bi vî rengî dibîne, ne jî hurmetê nîşan dide. Şîdeta zexta lê tê kirin çiqasî dijwar be jî, çiqasî rastî neheqiyê bên jî eger ew kes ji bo azadiyê ranebin ser piyan û xwe ji vê tevgerê vegirin, wê demê her tim dikarin bibin kole.
Yên ku li ser navê rizgarîxwaziya neteweyî zimandirêjiyê dikin, lê di oxira wê de dilopek xwînê jî narijînin, gelekî rast e ku bi lanetê bên bîranîn, weke mirovên rûreş ên nikaribin derkevin nava mirovahiyê û her roj bi vê şermê hezar carî bimirin, werin pênasekirin.
Di navbera nêzîkatî û pratîka kesên di wê baweriyê de ne, ku qudreta jiyanê ya neteweyekê li gorî mirovên di şerê azadiya wê de bêyî dudiliyê canê xwe feda dikin û biryara tevlîbûna şerê wê dane de, cudahiyên mezin hene. Dîrokê bi mînakên bêdawî nîşanî me daye ku gel û çînên gihane serketinê, li ser vê bingehê tevgeriyan e."
'EM BI XURTÎ XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIM'
Daxuyaniya Komîteya Şehîdan a KCK'ê bi vê bangê bi dawî bû: "Ji ber vê yekê em dibêjin, ku divê gelê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li roja me ya îro binêrin û baştir fêm bikin ku rastiya şehîdan a PKK'ê tê çi wateyê.
Baweriya me tam e ku gelê me, raya giştî ya demokratîk û tevahiya dostên gelê Kurd wê li gorî ronahiya vê rastiyê ji her demê bêtir, li pêşberî rastiya şehîdan a PKK'ê hestyar bin, mîna xeleke ji agir a xurt xwedî li şehîdên me derkevin. Heta dawiyê em bawer in ku gelê me wê her tim bibe şopdarên baş ên armancên şehîdên me û ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hemû dostan dikin ku careke din li dora rastiya şehîdan bibin yek."
NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
- Alaatîn Çîçek bi nasnav Nûrheq, di sala 1975'an de li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 18.01.1995'an de li Dorşîn a Pasûrê jiyana xwe ji dest da.
-Mehmet Acar bi nasnav Şervan, di sala 1976'an de li Bismilê ji dayik bû, di 31.101.1995'an de Habizbina ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
- Mehmet Suer bi nasnav Mervan, di sala 1972'an de li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 30.05.1994'an de li Sansavat a Erzînganê jiyana xwe ji dest da.
- Nûcan Erdem bi nasnav Eylem Amed, di dala 1981'ê de li Amedê ji dayik bû, di 21.08.1997'an de li Amediye/Metîna ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
- Mîdat Baran bi nasnav Serhat, di sala 1974'an de li Çinar a Amedê ji dayik bû, di 22.09.1997'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
- Nîhat Şenol bi nasnav Ferhat, di sala 1971'ê de li Çinar a Amedê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Cûdî ya Botanê jiyana xwe ji dest da.
- Abdulmecîd Îzgîn bi nasnav Mûnzûr, di sala 1975'an de li Amedê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Akdag a Amedê jiyana xwe ji dest da.
- Abdullah Nasir Aslan bi nasnav Keko Kendal, di sala 1975'an de li Pîran a Amedê ji dayik bû, di 08.09.1999'an de li Serhedê jiyana xwe ji dest da.
- Abdûllah Saltan bi nasnav Zîndan, di sala 1973'an de li Çinar a Amedê ji dayik bû, di 24.12.1995'an de li Mêrdîn/Gap'ê jiyana xwe ji dest da.
- Metîn Îpek bi nasnav Serhildan, di sala 1974'an de li Amedê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Antalyayê jiyana xwe ji dest da.
- Talat Alsat bi navnav Kara Diyar, di sala 1968'an de li Farqîn a Amedê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Pilur a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
- Velî Cengîz bi nasnav Kendal Perwer, di sala 1976'an de li Qersê ji dayik bû, di 03.12.1997'an de li girê Begova yê Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
- Ayhan Çelîk bi nasnav Rizgar Sason, di sala 1980'yî de li Xerzan/Sasonê ji dayik bû, di 01.07.1999'an de li Çoman a Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
- Fedaî Bîçîm bi nasnav Şervan, di sala 1973'an de li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 08.07.1996'an de li Kûtûdere ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
- Îbrahîm Yazbaş bi nasnav Hawar, di sala 1977'an de li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 16.09.1995'an de li Besta ya Botanê jiyana xwe ji dest da.
- Mansûr Çelîk bi nasnav Dilovan, di sala 1978'an de li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 28.04.1999'an de li Amed/Hênê jiyana xwe ji dest da.
- Abdulkerîm Toval bi nasnav Serhildan, di sala 1976'an de li Çinar a Amedê ji dayik bû, di sala 1999'an de li Qilaban a Botanê jiyana xwe ji dest da.
- Aydin Yun bi nasnav Zinar, di sala 1975'an de li Çinar a Amedê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Gapê jiyana xwe ji dest da.
- Aysûn Demîr bi nasnav Berfîn, di sala 1974'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di 24.11.1992'an de li Pilemûr a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
- Sûna Kuk bi nasnav Asmen Dêrsim, di sala 1975'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di 24.07.2004'an de li Zap/Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
- Velî Tayhan bi nasnav Kemal, di sala 1958'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di 30.07.1988'an de li Amed/Hênê jiyana xwe ji dest da.
- Bîrgul Kûmaş bi nasnav Zeynep, li Dêrsimê ji dayik bû, di sala 1995'an de li qada Apê Mûsa ya Amedê jiyana xwe ji dest da.