Muslim: Berxwedana Kobanê bandoreke erênî li hêzên Kurdistanê kir
Muslim: Berxwedana Kobanê bandoreke erênî li hêzên Kurdistanê kir
Muslim: Berxwedana Kobanê bandoreke erênî li hêzên Kurdistanê kir
Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Xweser a Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku berxwedan Kobanê li cem hemû aliyên Kurdistanê helwesteke erênî daye afirandin û ew bi vê yekê gelekî serbilind in û wê di pêşerojê de bandoreke erênî bike. Muslim got ku wan di hemû hevdîtinên xwe de bal kişandine ser pêwîstiya vekirina karîdorekî mirovahî bi Kobanê re û rizgarkirina welatiyên sivîl.
Piştî ku Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Enwer Muslim ji Başûrê Kurdistanê vegeriya ji ANHA re axivî got ku wan gelek hevdîtin bi partiyên Kurdistanî re pêk anîne û beşdarbûna wan a konferansa lêkolînên Rojhilata Navîn ku hatibû vexwendin dagirtî û serkeftî bû. Muslim destnîşan kir ku nîqaşa sereke rewşa herêma Kobanê û berxwedana dîrokî ya Kobanê û rêbazên hevkariyê û alîkariya Kobanê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bû.
Muslim diyar kir ku konferansa lêkolînên Rojhilata Navîn li ser asta herêmî û navneteweyî hatibû lidarxistin û nûnerên gelek dewletên cîhan û kesayetên serbixwe têde amade bibûn. Muslim da zanîn di konferansê de ‘terora DAIŞ’ê’, berxwedana Kobanê û projeya Kurdan ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û pêşeroja wê ya aştiyê mijarên sereke bûn.
Di vê çarçoveyê de Muslim destnîşan kir ku berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li Kobanê li dijî ‘rêxistina terorê’ ya herî tundraw dide meşandin. Hemû qeydên li ser jinan û di serî de zihniyeta baviksalariyê şikandin. Muslim got ku jinên Rojava bi saya YPJ’ê îspatkirin ku ew dikarin xwe biparêzin û bibin mînaka jinên azad.
Muslim derbarê hevdîtinên ku li Başûrê Kurdistanê pêk anîne de wiha got: “Me hevdîtin bi gelek aliyên siyasî yên Kurdistanê û cîhanê re pêk anîn. Me der barê rewşa Kobanê û rêbazên hevkariyê de ji bo şerê li dijî ‘terora DAIŞ’ê’ li tevahî Rojhilata Navîn nîqaşên berfireh kirin.” Muslim got ku berxwedana Kobanê çavên ‘terorê’ şikand û hemûyan diyar kirin ku wê alîkariya leşkerî, siyasî û lojîstîk bi Kobanê re bikin.
Muslim destnîşan kir ku wan di hevdîtinên xwe de li gel aliyên Kurdistanî û gelek nûnerên partiyên Kurdî bal kişandine ser pêwîstiya lidarxistina kongireya Neteweyî ya Kurdistanê û ji bo yekîtiya Kurdan a siyasî û leşkerî divê hemû alî li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û alîkariya Kobanê û Rojava di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bikin.
Muslim di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Berxwedan Kobanê li cem hemû aliyên Kurdistanê helwesteke erênî daye afirandin û ew bi vê yekê gelekî serbilind in û wê di pêşerojê de bandoreke erênî bike.”
Muslim di berdewama axaftina xwe de got ku wî di konferansê de û di hevdîtinên xwe de bal kişandiye ser pêwîstiya vekirina karîdoreke mirovî bi Kobanê re. Her wiha rewşa koçberên Kobanê ji wan re ragihandiye û wiha da zanîn: “Piştî çeteyên DAIŞ’ê li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê têk çûn di vê dema dawî de hewl didin tola xwe ji welatiyên sivîl bigirin û sivîlan topbaran dikin. Li ser vê yekê ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl me vekirina karîdoreke mirovî xwest.”
Muslim di dawiya axaftina xwe de got ku divê civaka navneteweyî karîdoreke mirovî bi Kobanê re veke û alîkariya leşkerî bi YPG’ê re bike, da ku karibe metirsiya çeteyan li ser welatiyan rabike.