MLPD û ICOR’ê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpê kirin

MLPD û ICOR’ê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpê kirin

Partiya  Marksist Lenînist Komunist a Alman, Partiya Şoreşgera Navnetewî û Koordinasyona Rêxistina bi mebesta piştgiriya bi Rojava re kampanyayek dan destpêkirin. Li bajarê Almanyayê Gelsenkircihenê bi şahiyekê starta kampanyayê dan. Serokê Partiya Marksist Lenînist Stefan Engel, balkişand li ser şoreşa Rojava û banga beşdariyekî xurt kir.
Bi pêşengiya Partiya Marksist Leninist a Almanyayê (MLPD) û Partiya Şoreşgera Navnetewî (ÎCOR) şevê din li bajarê Gelsenkirchenê şahiyek hat li darxistin. Ji PYD’ê Ehmedê Kobanî, Federesona Komeleyên Kurd yên Almanyayê (YEK-KOM) Xeyrî Îmak û gelek sazî û berpirsên rêxistinan, bi beşdarbûna sedan kesan pêk hat.
Di şahiyê de serokê MLPD’ê Stefan Engel, axiftinek kir û da destnîşankirin ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat û got pêwiste her kes di nava piştgirtiyê de be. Engel da diyar kirin ku bi Bihara Eraban re Kurdên li Sûriyê ji bo azadiya bajarên xwe têkoşînê dikin û got: “Lê belê ev têkoşîn îro raştî êrişêm gelek  komên olî yên redîkal tê. Komên ku ne ji Sûriyê ne, ji Tirkiyê û dewletên wek wê ve  tên piştgirî kirin û li dijî Kurdan şer dikin. Erkê me jî ewe ku em piştgiriyê bidin Kurdên Rojava.”
Serokê MLPD’ê Egel polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Kurdan jî rexne kir û got, APK ne ji dile û wiha axivî: “Dîrokê de dewleta Tirkiyê li himberî Kurdan samîmî nebûye. Polîtikaya AKP’ê û Erdgan berdawama vê yekê ye.  Ji ber vê yekê divê PKK, dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî neîne.”
PEYANA SPASIYA PYD’Ê
Nûnerê PYD’ê Ahmed Kobanî ji ber piştgirya MLPD û  ICOR’ê spasiyanên xwe pêşkêşî nûnertiyên wan kirin û da diyar kirin ku tiştekî bi wate dare. Kobanî bi bîrxist ku Têkoşîna Gelê Kurdistanê ji bo azadî û demokrasiyê ye û wiha got: “ Têkoşîna me ne tenê têkoşîna Kurdane. Têkoşînekî mirovahiyane ye.  Şoreşekî ji jinan ciwanan û pîran pêktê. YPG li Rojava Asurî-Suryanî, xiristiyan, Ereb, Êzîdî, Elewî, û hemû beşên civakê ji komên çetayan di pêrêze. Ji ber vê yekê  hevgirtin watedar û giringe.”
 Di şahiyê de starta kampanya ku  tê plan kirin li hemû Almanyayê bê pêkanîn ku ji aliyê MLPD û  ICOR ve tê organîze kirin hat dayîn. Di destpêkê de alîkariya madî û Tibî wê bê dayîn.