Mîsyona NY bi biryar e li Kolombiyayê bimîne
Piştî ku peymana aştiyê ya Kolombiyayê di referandûmê de hat redkirin, li ser hebûna mîsyona kontrolê ya Neteweyên Yekbûyî nîqaşan dest pê kir.
Piştî ku peymana aştiyê ya Kolombiyayê di referandûmê de hat redkirin, li ser hebûna mîsyona kontrolê ya Neteweyên Yekbûyî nîqaşan dest pê kir.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Jean Arnaûlt, ji Konseya Ewlekariyê xwest, ku ji bo mîsyon agirbestê bişopîne, biryarê bigire.
Di 26'ê Îlonê de di navbera lîderê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Tîmoleon Jîmenez û Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos peymana aştiyê ya dîrokî hatibû morkirin. Lê ev peyman di referandûma 2'ê Cotmehê de ku bi tenê ji sedî 38 ê gel beş dar bû, bi rêjeyeke gelekî kêm hatibû redkirin. Eger peyman bihata qebûlkirin, wê bi qasî 450 wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî, pêvajoya radestkirina çekên gerîla û rêveçûna peymana agirbestê kontrol bikira.
Tevî ku agirbest hat redkirin jî, hem FARC'ê hem jî Dewleta Kolombiyayê ragihand, ku ew ê bi agirbestê ve girêdayî bin. Heta peymaneke nû ya aştiyê were amadekirin, tê xwestin ku ev mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo kontrolkirina agirbestê bidome.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Jean Arnaûlt ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, ku ji bo wezîfeya xwe ya li Kolombiyayê bidomîne, şert û merc hene. Aranûlt diyar kir, tevî referandûmê jî, bi destekkirina pêvajoya aştiyê re dikare pêvajoyeke nerm a derbasbûnê bi cih were anîn.
Arnaûlt bibîr xist, ku ji bo mîsyona NY karibe li Kolombiyayê bimîne, pêwîstî bi biryareke nû ya erkdarkirinê ya Konseya Ewlekariyê heye. Arnaûlt anî ziman, ew ê di danûstandinên New Yorkê de ji bo vê bixebite.