Misrê dixwaze bi polîtîkayên ÎMF’ê ‘krîzê derbas bike’

Hate ragihandin ku ji bo Misrê ku ji ber bihabûna jiyanê pêşandanên protestoyî têne lidarxistin, ji hêla Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) lihevkirinek ji bo alîkariyek mezin çêbûye.

Li Misrê ku ji sala 2011’an ve pirsgirêkên aborî nayên çareserkirin, wek çareseriya dawî jî bi alîkariyek 12 mîlyar dolar a ji ÎMF’ê li deriyekî tê gerandin. ÎMF’ê qebûl kir ku di çarçoveya plana alîkariyê ya 3 salan de vî pereyî bide.

Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku destpêkê 2,7 mîlyar dolar krediyekê bidiyê, wek bedela krediyê jî gele ‘reformên’ ku gel li dijî derdikeve tê ferzkirin.

Di çarçoveya bernameya alîkariyê ya ÎMF’ê de wê hikûmeta Abdûlfettah el Sîsî gelek pereyên gelemperî qut bike. Ji ber qutbûna subvansiyonên gelemperî di bihaya sotemeniyan de zêdebûnek cîdî çêbibû.

Tê gotin ku ji bo Sîsî yê piştî darbeyek leşkerî ya sala 2013’an rêveberiya welêt bi dest xist ‘îstîqrarê saz bike’ neçar maye serî li van tevdîran bide, bi armanca ‘jinûve sazkirina hêza hevrikiyê’ di van tevdîran de israr dike.

Tê texmînkirin ku ÎMF, piştî ku ‘refom pêk werin’ parçeyên din a krediya 3 salan bide.