MGRK'ê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nirxand
MGRK'ê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nirxand
MGRK'ê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nirxand
Meclîsa Daîmî ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) civîna xwe ya asayî ya 4. bi beşdariya nûnerên hemû saziyên girêdayî meclîsê, Partiya Lîbral û Partiya Komanîst a Kurdistanê ku nû tevlî meclîsê bûne lidar xist. Di civîna ku delegeyên Efrîn û Kobanê ji ber pirsgirêka rê tevlînebûn de pêşûnameya hevpeymana civakî ya Rojava hate nixandin.
Civîn li bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed axaftina vekirinê kir û ev tişt gotin: "Em di kesayeta Şehîd Îsa Hiso, Abid Xelîl û Zinar ku endamên Meclîsê bûn de hemû şehîdên Rojava bibîr tînin."
Di civînê de li sernavê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) jî axaftinek hate kirin û li ser geşedanên dawî hate rawestîn. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku saziyên îro li Rojava kar dikin, li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatine damezirandin û dê li ser xeta xwe dewam bikin.
Di civînê de projeya hevpeymana civakî ya Rojava ji aliyê endamê Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê Rovend Xelef ve hate xwendin. Piştre li ser pêşûnameya ku li ser esasê demokrasiya di nava pêkhateyên kurd, ereb, turkmen, çerkez, suryan, asûrî, eremenî, xiristyan, êzidî, elewî û sunî hatiye amadekirin, nirxandin hatin kirin.
Piştî nîqaşan biryar hate girtin ku li gorî pêşniyarên hatine kirin pêşnûme ji nû ve ji pêkhateyên din ên Rojava re bê pêşkêşkirin. Di dawiya roja yekem a civînê de jî li ser hilbijartinên herêmê nîqaş hatin meşandin.
Di roja duyemîn a civînê de runiştin bi şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya Heyva Sor a Kobanê destpê kir.
Piştre peymana Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV-DEM) ji aliyê Endamê TEV-DEM'ê Şahoz Hesen ve hate xwendin. Di peymanê de dewleta neteweyî hate redkirin û doza çareserkirina pirsgirêka kurd di çarçoveya xweseriya demokratîk û konfederaliya demokratîk ji bo hemû neteweyan hate destnîşankirin.
Piştre qanûna edaleta civakî ku li ser bingeha civaka edaleta axlaqî ya civaka siyasî hatiye amadekirin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî hate pêşniyarkirin.
Di civînê de li sernavê Partiya Lîberal, Partiya Komenîst, PYD, Ciwanên Şorşger û Yekîtiya Star jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga yekîtiya gelê kurd hate kirin. Di dawiya civînê de li ser navê dîwana civînê berxwedana YPG/ YPJ'ê hate silavkirin û êrîşa Kobanê hate şermezarkirin. Her wiha qurbaniyên komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn.