MGRK'ê Îran û Tirkiye şermezar kir

MGRK'ê Îran û Tirkiye şermezar kir

Komîteya Dîplomasiyê ya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Îranê ve û çêkirina “dîwarê şermê” ku ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, şermezar kir. MGRK’ê rizgarkirina Til Koçer û herêmên Serêkaniyê jî pîroz kir.

Komîteya Dîplomasiyê ya MGRK’ê derbarê mijarê de  daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de rizgarkirina herêmên Til Koçer û Serkêkaniyê ji komên çeteyan hate pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Em serketinên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li herêmên Til Koçer û Serêkaniyê li tevahî gelê  Kurd pîroz dikin. Ciwanên Rojava bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û li ser şopa şehîdan her roj serketinên mezin pêk tînin."

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Rojava hate kirin ku piştgiriya YPG'ê bikin.

Di daxuyaniyê de darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve jî şermezar kir û hate gotin ku ev kiryar li derveyî hemû pîvan û exlaqên mirovahiyê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de dîwarê şermê yê ji aliyê dewleta Tirkiryê ve di navbera Bakur û Rojvayê Kurdistanê de dê çêkirin jî hate şermezarkirin û berxwedana şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî çêkirina dîwar ketiye çalakiya rojiya mirinê hate silavkirin.