MGRK'ê bi nûnerê NY El-Ibrehîmî re civiya

MGRK'ê bi nûnerê NY El-Ibrehîmî re civiya

Şandeyek  ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) duh li paytexta Sûriyê Şamê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) El-exder El-Ibrahîmî re hatin cem hev.

Dihat payîn ku Heyetek ji Desteya Bilind a Kurd ji bo mijara tevlîbûna Desteya Bilind a Kurd di Civîna Cenevreyê 2 de bi Nûnerê NY yê li Sûriyê El-exder El-Ibrehîmî re bicive. Lê ji ber ku Endamên Encumena Niştimanî Kurdî biryar dabûn ku di nava Koalîsyonê de tevlî Cenevreyê bibe, tevlî civînê bi El-Ibrehîmî re nebûn. Tevî ku nûnerên Meclîsa Gel 4 rojan civîna Bi Ibrehîmê re paşde xist jî lê di dawiyê de ENKS'ê beşdar ne bûn.

Ji ber ne beşdarbûna nûnerên ENKS'ê duh heyetek ji MGRK'ê ku ji Xedîce Ibrahîm, Mihemed Derwîş û Mihemed Îbiş pêk dihat Li Paytexta Sûriyê Şamê bi Nûnerê NY yê Sûriyê El-exder El-Ibrehîmî re hatin cem hev. Hevdîtina ku li Otêla Şîreton pêk hate 2 saetan dom kir. Di civînê de geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna Kurdan a di civîna Cenevreya 2'an de hatin gotûbêjkirin. Şandeya  MGRK'ê ji El-Ibrehîmî re ragihand ku pêwîste şandeya Kurdan serbixwe tevlî civîna Cenvre-2'an bibe. Di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê jî hate nirxandin û hate destnîşankririn ku bê çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê ne mumkina aramî li Sûriyê pêk were.

Şandeya  Meclîsa Gel a Rojava peyameke nivîskî radestî Nûnerê NY'ê li Sûriyê El-Exder El-Ibrehîmî kir. Endamên Heyetê destnîşan kirin ku di peyamê de nerîna Kurdan û hin belgeyên binpêkirinên komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra li Rojava hatine kirin hebûn.

Şandeya MGRK'ê nerazîbûna xwe ya der barê helwesta Koalîsyonê ya ji bo rizgarkirina bajarokê Til Koçer û gundên derdorê ji destê çeteyan ji El- Ibrehîmî re ragîhand. Her wiha tevlîhevî û nakokiyên ku hin kenalên TV yên ereban li dijî kurdan û destketiyên wan diweşînin jî ji  El-Ibrehîmî re ragihandin.

Di dawiya civînê de Şandeyê ji El-Ibrehîmî xwestin ku serdana herêmên Rojava bike û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan û xweseriya demokratîk ku li wir tê jiyîn ji nêz ve bibîne.