Mete Sayar û 5 sûbay dê li Enqereyê bên darizandin

Mete Sayar û 5 sûbay dê li Enqereyê bên darizandin

Doza 6 gundiyên li bajarokê Bespin ê navçeya Şirnex Silopiyê di sala 1993'an de bi fermana Fermandarê Tumena Şirnexê yê hingî Tûggeneral Mete Sayar ve hatin qetilkirin, li ser daxwaza Walîtiya Şirnexê ya bi hinceta 'em nikarin ewlekariya wê bikin' wê li Enqereyê bê dîtin.

Ji ber windakirina 6 gundiyan di binê çavan de li navçeya Şirnex Silopiyê, der heqê Fermandarê Tûgaya Sînor a 23. ya Jendermeyan Tûggeneral Mete Sayar û 5 leşkeran de bi sûcdariya "ji yek kesî zêdetir mirov kuştin" ji aliyê Dadgeha Ceza ya Giran a Şirnexê ve doz hat vekirin.

Rûniştina dozê diviyabû îro bihata dîtin, lê belê Wezareta Edaletê bi sedema "ewlekariya jiyanê" doz rakir Enqereyê. Parêzer Tahîr Elçî got, "Emê der heqê Wezareta Edaletê de dozê vekin."

Elçî ragihand ku bersûc ji xwe ne girtîne û wê bi rêbaza deng û dîmen (Segbis) îfadeyê bidin û got, "Tevî ku dadgehê daxwazeke bi vî rengî nekiriye jî Wezareta Edaletê bi erka xwe, bi awayekî zelal dest li darizandinê werdaye û bi vî rengî bi vekirî guneh kiriye. Mexdûrên 20 salin li benda edaletê ne, mixabin îro li ber deriyê edliya Şirnexê bêbersiv mane. Dest li erk û wezîfeya dadgehê hatiye werdan û darizandin hatiye blokekirin. Ezê giliyê Wezareta Edaletê bikin."