Mesûd Barzanî diçe Amerîkayê
Mesûd Barzanî diçe Amerîkayê
Mesûd Barzanî diçe Amerîkayê
Çav lêye ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amerîka bike û ligel rayedarên Washingtonê bicive. Berî du rojan serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî serdana Amerîka kiribû.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Felah Mistefa destnîşan kir ku, Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî fermî ji aliyê rêveberiya Washingtonê ve hatiye vexwendin.
Li gor malpera Xendan, Felah Mistefa di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Amerîka bi awayek fermî Barzanî vexwendiye. Mistefa da zanîn ku, wê di hevdîtinê de rewşa asayîşa Iraqê were guftûgokirin. Felah Mistefa ragihand ku, Kurd û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hevpeyman in. Felah Mistefa eşkere nekir ku, wê Mesûd Barzanî kengê serdana Amerîka bike û ligel kê bicive.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî roja 29'ê Cotmehê bi serdanekî fermî gihişt Amerîka. Biryare Malikî sibe ligel Serokê Amerîka Barack Obama bicive.
Îro Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana Tirkiyeyê kir. Nêçîrvan Barzanî destpêkê li Stenbolê ligel Wezîrê Derve yê Tirk Ehmed Davutoglu û piştre jî ligel Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan civiya.