Mesûd Barzanî dê biçe Emerîka
Mesûd Barzanî dê biçe Emerîka
Mesûd Barzanî dê biçe Emerîka
Li bendê ye ku Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî serdana Emerîka bike û li gel rayedarên Washingtonê bicive. Berî du rojan serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî serdana Emerîka kiribû.
Berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistana Federal Felah Mistefa destnîşan kir ku serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî bi awayekî fermî ji aliyê rêveberiya Washingtonê ve hatiye vexwendin.
Li gor malpera Xendan, Felah Mistefa di daxuyaniyekê de destnîşan kir kuEAmerîka bi awayek fermî Barzanî vexwendiye.
Mistefa da zanîn ku wê di hevdîtinê de rewşa asayîşa Iraqê were guftûgokirin. Felah Mistefa ragihand ku kurd û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hevpeyman in. Felah Mistefa aşkerea nekir ku wê Mesûd Barzanî kengê serdana Emerîka bike û ligel kê bicive.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî roja 29'ê Cotmehê bi serdanekî fermî gihişt Emerîka. Biryare Malikî sibe ligel Serokê Emerîka Barack Obama bicive. Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî jî duh serdana Tirkiyê kir. Nêçîrvan Barzanî despêkê li Stenbolê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu û piştre jî ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya.