Merkel ji bo parastina desthilatdariya xwe wê giraniyê bide ser dersînorkirinê
Ji ber zextên hin hêzên ku polîtîkaya desthilatdariya Elman a li ser penaberan 'têrker' nabînin, tê payîn ku mijara dersînorkirinê bikeve rojevê.
Ji ber zextên hin hêzên ku polîtîkaya desthilatdariya Elman a li ser penaberan 'têrker' nabînin, tê payîn ku mijara dersînorkirinê bikeve rojevê.
Li du eyaletên Elmanyayê di nava vê mehê de hilbijartinên parlamentê tên lidarxistin. Li van her du eyaletan, dengê Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ku Angela Merkel seroka wê ye, li binê ji sedî 20'an xuya dike. Ji bo zêdekirina dengên xwe Merkel çav berdaye penaberên biryara dersînorkirinê der heqê wan de hatiye dayîn.
Merkel bibîr xist, ku hejmara penaberên serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin 215 hezar e û xwest, dersînorkirin di dema pêş de bi lez were kirin. Merkel li civîna koma partiya xwe axivî û got, "Hejmareke gelekî zêde ya penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin hê li Elmanyayê ne. Divê li dijî vê pirsgirêkê bikevin nava tevgerê."
Balkêş e ku Angela Merkel di nava axaftina xwe de 3 caran dubare kir ku tişta herî girîng a ji vê mehê û pê ve were kirin 'dersînorkirin' e.
DI NAVA 7 MEHAN DE 35 HEZAR KES HATIN DERSÎNORKIRIN
Xuya ye Angela Merkel û partiya wê, ji bo xwe ji rewşa tengav rizgar bike, penaber ji xwe re kirine qurban. Li gorî agahiyên ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere ve hat dayîn, di sala 2015'an de 21 hezar biyanî hatin dersînorkirin. Lê di 7 mehên destpêkê yên îsal de ev hejmar gihîşt 35 hezarî.
Wezîr dabû xuyakirin, ku ew dixwazin heta dawiya salê 100 hezar kesî dersînor bikin.
Hikûmetê par biryar standibû û gelek welatên hê şer lê hene yên weke Sirbîstan, Makedonya, Kosova, Bosna-Hersek, Arnavût, Fas, Cezayîr, Tûnis, Gana û Senegal xistibû statuya 'welatên ewle'. Ev yek jî tê wê wateyê, ku piraniya mirovên ji van welatan bên, şensê wan ê qebûlkirina mafê penaberiyê nîne.